
2 hezar û 500 penaber hatin Efrînê
Li gorî zanyariyên berdest di nava du rojên dawî de nêzîkî 2 hezar û 500 penaberî xwe spartine bajarê Efrînê.
A+A-
Herwiha li gorî Rûdawê ku dispêre çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Efrînê yê Rojava ragihandiye ku di herdu rojên borî de 2 hezar û 460 penaber ji navçeyên El Şehba û navçeyên din ên Sûriyeyê derbasî bajarê Efrînê bûne.
Xwecihên herêmî bi sedema êriş û bombebarana milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji cih û malên xwe direvin û berê xwe didin cihê ewletir. Piraniya wan koçberan, jin û zarok û kesên temen mezin in, û berê xwe dan kampên Rûbar û Şehba yên ku li bajarokê Şîrawa ne.
Weke tê zanîn beşeke zêde ya wan koçberan ji navçeyên El Şehba (Bab, Cerabulus, Ezaz) û Tebqa û Reqayê ne.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.