
3.974 karmend ji kar hatin derxistin
Li Tirkiyê du biryarnameyên di hukmê qanunê de hatin belavkirin.
A+A-
Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de li ser jikarderxistin, girtina saziyan, vegera ser kar bi hejmarên 689 û 690 du biryarnameyên di hukmê qanunê de hatin weşandin.
Li gor van biryarnameyan 3 hezar û 974 karmendên hikûmetê, ji karê xwe hatin derxistin, 731 karmend jî vegeriyan ser karên xwe.
Ji gelek wezaret û saziyên fermî karmend ji karên xwe hatin derxistin.
Herwiha 18 veqif, 14 komele û 13 saziyên tendirustiyê hatin girtin.
59 kes ji xwendekariyê hatin dûrxistin ku ew xwendekar li derveyî Tirkiyê bi alîkariya darayî ya dewletê dixwendin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.