1. HABERLER

  2. KÜLTÜR-SANAT

  3. 3 pirtûkên derbarê Kurdan de hatin qedexekirin
3 pirtûkên derbarê Kurdan de hatin qedexekirin

3 pirtûkên derbarê Kurdan de hatin qedexekirin

Li Tirkiyê 3 pirtûkên derbarê kurdan de hatine nivîsandin, bi hêceta nîşaneyên “rêxistinên terorî” di nava xwe de digoncivînin hatin qedexekirin.

A+A-

Li gor nûçeya rojnameya Duvarê pirtûka Fehîm Taştekîn ya bi navê “Rojava/Dema Kurdan” pirtûka Faysal Dagli ya bi navê “Birakujî” û pirtûka Aytekin Gezicî ya bi navê ‘Dîroka Kurdan’ hatine qedexekirin.

Dadgeha Cezayê Sûlh ya Kolika Semsûrê di derbarê hersê pirtûkên navborî de biryara qedexekirina firtoinê û komkirina wan derxist.

Li gorî dadgehê ew pirtûk nîşaneyên rêxistinên terorî di nava xwe de digoncivînin.

Pirtûka Faysal Dagli di sala 1994ê de ji Weşanxaneya Belgeyê, pirtûka Aytekin Gezicî sala 2013ê ji Weşanxaneya Tukuyê û pirtûka Fehim Taşkin jî par ji Weşanxaneya Îletişimê der çûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.