1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. ‘Abdullah Gul partiyê ava dike û navê wê jî diyar bûye'
‘Abdullah Gul partiyê ava dike û navê wê jî diyar bûye'

‘Abdullah Gul partiyê ava dike û navê wê jî diyar bûye'

Hat îdîakirin ku Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul patiyeke nû ava dike û li gorî îdîayan navê kesên ku tevlî Lijneya Avakar bibin jî diyar bûye.

A+A-

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş îdîayeke ku pir zêde were axaftin kir. Li gorî Yarkadaş, Abdullah Gul bi Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç û Wezîrê Perwerde yê berê Huseyin Çelik jî di nav de partiyekê ava dike û navê partiyê jî zelal bûye.
Bariş Yarkadaş di axaftina xwe de got: "Abdullah Gul ne serokwezîr dixwaze bibe serokomar û ji bo vê di nava tevgerên cuda de ye. Ez vê ji hevalên wî yên nêzîk dizanim. Eger Gul bixwaze bibe serokomar divê partiyekê nêzî wî were damezrandin û nûnertiya wê ki meclise hebe. Gul dizane sîstema heyî ya AKPê rê nade ku ew bibe serokomar. Ji bo vê dixwaze partiyeke nêzîkî wî ava bibe û têkeve meclisê."

 

‘DAVUTOGLU DIXWAZE HEJMARA PARLEMENTERÊN PÊ RE DERXÎNE 100Î'

Yarkadaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez dizanim Abdullah Gul niha bi Bulent Arinç, Sadullah Ergin, Huseyin Çelik û hin kesên din re di nava têkiliyan de ye. Navê partiyê jî hat axaftin. Yek ji van navê ku min behs kir got bila Partiya Milli be, yekî din jî got bila Partiya Hilperîn a Nû be. Partiya Hilperîn a Nû navê AKPê yê pêşî bû. Problema Gul hinekî tirsok û fehîtok e. Ahmet Davutoglu jî ji bo vî karî amade ye. Eger Davutoglu îro têkeve hereketê 58 parlamenter wê pê re tevbigerin. Davutoglu dixwaze vê reqemê derxînê 100. Ji xwe niha qismek AKPeyî ku ji kiryarên Erdogan aciz in heye û eger partiyek nû were avakirin wê herin partiya nû." (sputnik)

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.