1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Aldar Xelîl: Em bo Soçiyê hatine vexwendin
Aldar Xelîl: Em bo Soçiyê hatine vexwendin

Aldar Xelîl: Em bo Soçiyê hatine vexwendin

Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku bo Soçiyê hatine vexxwendin û got," em dê beşdarî vê şowê bibin lê dê bi ser nekeve."

A+A-

Xelîl bi Ajansa Reutersê re axivî û pêşbîn kir ku qeyrana li Sûriyeyê piştî heta piştî sala 2020an jî dewam bike û destnîşan kir ku bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dê li Soçiyê bê lidarxistin hatine vexwendin.

 

"DIVÊ AMADEKARIYEKE ZÊDETIR BI SOÇIYÊ BIHATA KIRIN"

Rayedarê TEV-DEMê derbarê mijarê de wiha got, "erê em hatine vexwendin û dibe em tev li şowê bibin lê dê bi ser nekeve" û pirsî bê gelo civîneke ku bi sedan delege tê de beşdar bin, dê bikare di nava du rojan de çi bike û got ku divê bêtir amadekarî bihatina kirin."

Rayedarê kurd got ku wiha diyar e, Amerîka ne bilez e ku ji wan herêman derkeve yên ku alîkariya hêzên kurdî kir da ku wan ji DAIŞê kontrol bike û pêşbîn kir ku têkiliyên wan bi Amerîkayê re baştir bibin.

 

"DIBE ŞER HETA 2025AN DEWAM BIKE"

Herwiha Xelîl îdîa kir ku "şer heta 2021ê carinan zêde û carinan kêm dê dewam bike ku di wê tarîxê de  peywira Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad tê de bi dawî dibe û got: "Ez berî sala 2021ê hêviya ti pêşketineke mezin nakin. Dibe heta 2025an dewam bike."

Derbarê DAIŞê de jî, Aldar got ku "dibe DAIŞ li herêmên din derkeve û dibe tirk jî hinek kêşeyan derxînin".

 

"NIKARIM PIŞTRAST BIKIM KU DÊ TÊKILIYÊN DEMDIRÊJ ÇÊBIBIN"

Xelîlî bal kişand ser armanca Amerîkayê ya avakirina bajarên bakurê Sûriyeyê yên wek Reqayê û diyar kir ku herî kêm 18 yan jî du sal ji vê pêvajoyê re lazim e û wiha pê de çû: "Ev mesele di demeke kurt de nayên çareserkirin. Ez nikarim ji we re piştrast bikim ku têkiliyên bo demeke dirêj çêbibin lê tiştê li ber çavan ew e ku ji bo çûna ji vê derê, nalezînin."

Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl teqez kir ku armanca birêveberiya Rojava ne serxwebûn e lê xweserî ye û dubare kir ku planên ragihandina xweseriyê yên yekalî jî dê pêk bînin.

Li ser bipaşdexistina qonaxa sêyem a hilbijartinên Rojava jî, Xelîlî diyar kir ku hinekî bandora DAIŞê di vê bipaşdexistinê de heye ji bo beşdarbûnê wan herêmên nû ji DAIŞê hatine rizgarkirin zelal bibe. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.