1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Almanyayê jî derî li Tirkiyeyê girt
Almanyayê jî derî li Tirkiyeyê girt

Almanyayê jî derî li Tirkiyeyê girt

Piştî Avusturya û Holandayê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî di axaftina xwe de ragihand ku em destûrê nadin Tirkiye li kampanyeya hilbijartinê li dar bixe.

A+A-

Li gor nûçeya DW Tirkiyê, piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dê ji bo progandeya hilbijartinê serdana Ewropayê jî bikin, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas bersiv da û got: "Em destûrê nadin ku biyanî li Almanyayê kampanyeya hilbijartinê bimeşînin."

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got: "Di vê meseleyê de helwesta me zelal e. Berî hilbijartinê bi sê mehan em destûrê nadin li Almanyayê kampanyeya hilbijartinê were kirin. Ji kîkan welatî be jî ferq nake û ji bo her kesî derbas dibe. Hêvî dikim bûyerên salên borî dubare nebin û ev nîqaş ne di berdewendiya herdu aliyane de jî."

Heiko Maas di 24-25ê Nîsanê de li New Yorkê di lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinekê pêk bîne û dibe di wê hevdîtinê de jî ev mijara qedexeyê were rojevê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.