1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Amedê biryara xerakirina 725 xaniyan derket
Amedê biryara xerakirina 725 xaniyan derket

Amedê biryara xerakirina 725 xaniyan derket

Li ser biryara Wezareta Bajarvanî û Jîngehê ya Tirkiyê, xaniyên ku 6 sal berê li ser Girê Çilan (Kirklardagi) a Amedê bi destûra şaredariyên DTPê hatibûne çêkirin, ji aliyê Şardariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi rûxandina wan hate kirin

A+A-

Qeyûmê Amedê Cumali Atilla li ser rûxandina van 725 dayîreyan kêfxweşiyê xwe anî ziman, lê xwediyê van xaniyan dibêjin ku “mafên me hatine binpêkirin û em bûne qurbaniyên şer û tolhildana navbera HDPê û hikûmeta Tirkiyê”.

 

Di 11ê Tebaxa 2017an de, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser rewşa îmara 725 xaniyên ku 6 sal berê li ser Girê Çilan a Amedê hatibûne çêkirin, guhertineke kir û di encamê de biryara xerakirina van xaniyan derket.

 

Şaredariya Bajarê Mezin ji kiriyarên xaniyan re vê hefteyê hişyarî rêkir û ji waa daxwaza xerakirina xaniyan kir, lê hîn 2 roj derbas nebû xerakirin bi destê Şaredariya Bajarê Amedê dest pê kir.

 

725 hevniştimaniyên Amedê li hember vê biryarê niha nerazîbûna xwe nîşan didin û ew dibêjin “dema ku me ev xanî stendin û tapûyên xwe wergirtin kesî ji me re negot ku emê xaniyên we bi serê we de xera bikin”.

Zeki Aya ku ji xwe re li ser Girê Çilan xanî kirîne ji Rûdawê re ragihand: “Min 2 trilyon (600.000$) pere da û xanî ji xwe re kirîn, dema min xanî stendin bi tapû û rûxset û hemû ewraqên fermî heta îro tu pirsgirêk nebû, lê niha xera dikin.”

 

 

Fettah Suguci jî aşkere kir: “Qeyûm dibêje wezaret vê derê xera dike, çima xera dike, ji bo ku ev der cihê dîrokî ye û nabe xanî û bînasazî li ser were lêkirin, baş e gelo çima kesek behsa mafên me nake, ew pereyên ku me dan wê, emê ji kê bistînin, mala me mîrat bû haya kesî ji me nîne.”

 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla jî, ji bo xebatên rûxandina xaniyên Girê Çilan di cih de bîbîne hate Girê Çilan, Qeyûmê Amedê amaje bi wê yekê kir ku Girê Çilan cihekî dîrokî û pîroz e, avahîsaziya li vê derê destdirêjiya çand û dîrokê ye.

 

Cumali Atilla diyar kir: “Li vê derê çi tê kirin li gor pîvanên dadî ye, bila her kes aram be.”

 

Destûra avakirinê ango îmara Girê Çilan, di sala 2001ê de ji bo ku li ser Tesîsên Civakî werine çêkirin derketibû, lê di 2008an de bi revîzekirina yasayê ev der ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ji avahîsaziyê re hate vekirin, bi destê 3 mutehîdan 725 xaniyên vê derê bi destûra Şaredariya Sûrê ku wê demê di destê DTPê de bû hatine lêkirin.

 

Parlementere HDPê yê Amedê Altan Tan jî dibêje ku biryara xerakirina van xaniyan  bi mercê ku mafê kiriyarên xaniyan radesetî wan bikin, biryareke rast e û di vê meseleyê de berpirsyarî ya herî mezin a şaredariyên wê demê ne.

 

Altan Tan ji Rûdawê re ragihand: “Destûra vekirina îmara Girê Çilan a ji bo xanî û şuqeyan cînayet e, qetilkirina dîroka Amedê ye, Dema ez hîn nû bibûm endamê parlementoyê min pirsyarnameyek li ser vê mijarê dabû serokatiya parlementoyê û wê demê şaredarî hîn di destê partiya me de bû, wê demê kesek guh neda min, di vê babetê de herkes sûcdar e, di serî de jî şaredariyên wê demê, bi ya min bi mercê dabînkirina xisara xelkê, xerakirina xaniyan biryareke di cih de ye.”

 

Girê Çilan li pêşberî birc û sûrên Amedê û li keviya Baxçeyên Hewselê ye, ku ev herdû heyîneyên Amedê di 2015an de ji aliyê UNESCOyê ve weke ji mîrateyên cîhanê hatibûn qebûlkirin. (rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.