1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Amerîka: Dabeşbûna kurdan, me nîgeran dike
Amerîka: Dabeşbûna kurdan, me nîgeran dike

Amerîka: Dabeşbûna kurdan, me nîgeran dike

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman ragihand ku piştî demekê dê hinek civînan pêk bînin ji bo nakokiyan navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û diyar kir ku "dabeşbûna partiyên kurdan wan nîgeran dike."

A+A-

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman bi medyayê re axiviye û gotiye: "Hebûna Herêma Kurdistanê di nava Iraqa yekgirtî de gelekî giring e. Piştî demekê, em dê hinek civînan bi siyasetvanên iraqî re pêk bînin ji bo nakokiyan çareser bikin û diyalog û gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê teşwîq bikin".

 

Li gorî medyaya erebî, Sillimanî diyar kiriye ku "Bexdayê teşwîq dikin ku muçeyan bide, kêşeya deriyên sînorî çareser bike û kordînasyona ewlekariyê li gel Herêma Kurdistanê çareser bike."

Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî, balyozê amerîkî gotiye: "Em ji dabeşbûna navbera partiyên kurdî nîgeran in, ji ber ev jî gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê zehmet dikin"

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.