1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Amerîka daxwaza Tirkiyê ya perwerdekirina polîtan red dike
Amerîka daxwaza Tirkiyê ya perwerdekirina polîtan red dike

Amerîka daxwaza Tirkiyê ya perwerdekirina polîtan red dike

Amerîka daxwaza Tirkiyê ya rahênankirina pîlotên firokeyên F-16 red kir û ji Pakistanê jî xwest ev daxwaza Tirkiyê bicîh neyîne.

A+A-

Di pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê de krîzeke din rû da. Jiber hewldana derbeya serbazî ya 16'ê Tîrmehê, gelek pîlotên firokeyên şer ji artêşê hatibûn dûrxistin û hinek jî hatibûn girtin.

Tirkiye bo pêdiviyên xwe serî li welatên xwedî firokeyên F-16 da ku, pîlotan rahênan bikin. Pakistanê bersiva erênî dabû ku bo rahênanê pîlotan bişîne Tirkiyê.

Lê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) bersiva Tirkiye neda û nehîşt Pakistan jî vê bike. Tirkiye dixwaze pîlot li Tirkiyê bên perwerdekirin, lê Amerîka vê daxwazê di cîh de nabîne.

Li Tirkiyê  240 firokeyên F-16 hene û piraniya  firokeyên cengê yên Tirkiyê ev cure ne. Di dema hewldana derbeyê de, 36 firokeyên şer geriyabûn û 11 ji wan hin dever bombebaran kiribûn. Piştî girtinan rêjeya pîlotan nîvenîv kêm bibû. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.