1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Amerîka Droneke Rejîma Sûrî Anî Xwarê
Amerîka Droneke Rejîma Sûrî Anî Xwarê

Amerîka Droneke Rejîma Sûrî Anî Xwarê

Karbidestekî Amerîkî ji CNN'ê re ragihand ku firoka ceng F-15E ya Amerîkî droneke rejîma Sûrî, îro Duşemê li nêzî At Tanf ya Sûrîyê anî xwarê.

A+A-

Li gor karbidestê nenavkirî, drona bi navê Şahid 129 ya Îranî, 55 kîlometre dervayê herêma bê-şer hatiye gêr kirin.

“Dron hate xistin jiber ku bawerî hebû ew çêkbarkirîbû û wek gef li hember hêzên Amerîkî hate nirxandin.” Karbidest bi berdewam got.

Di destpêka vê mehê de jî droneke heman Şahid 129 li Sûrîyê hatibû gêr kirin, piştî ku wî bombeya nepeqiyayî avêtibû nêzî hêzên koalîsyonê û yên xwecihî.

Bi vê bûyera dawî girjî û alozîya li devera bingeha At Tanf ya nêzîkî sînorê Urdunê hîn xirabtir dibe, ku hêzên koalîsyonê li wir piştgirî didin hêzên serhilda yên Sûrî. (voanews)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.