1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Amerîka: Em derbarê raportên ku ji Efrînê tê de nîgeran in
Amerîka: Em derbarê raportên ku ji Efrînê tê de nîgeran in

Amerîka: Em derbarê raportên ku ji Efrînê tê de nîgeran in

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku derbarê raportên ku ji Efrînê tê de nîgeran in û bangî "Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê kir ku rê li ber gihandina alîkariya mirovî veke"

A+A-

û diyar kir ku piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajar derketine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da ku tê de wiha hat gotin: Amerîka derbarê raportên 48 saetên dawî yên li ser bajarê Efrînê de gelekî bifikar e."

 

"PIRANIYA NIŞTÎCIHÊN EFRÎNÊ JI BER TEHDÎDA HÊZÊN TIRKIYEYÊ BAJAR VALA KIR"

Herwiha wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku piraniya nifûsa Efrînê ku kurd e, ji bajarê Efrînê derketiye û derbarê mijarê de wiha got: "Wisa diyar e ku piraniya nifûsa bajarî ku bi piraniya wî kurd e, di bin tehdida hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û hêzên dijberiyê yên Tirkiyeyê piştgiriyê dike de bajar vala kiriye."

"RAPORTÊN TALANKIRINÊ ME NÎGERAN DIKIN"

Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa mirovî ya li herêmî û raportên ajansên NYyê yên derbarê niştîcihên Efrînê yên ku aware bûne û pêwîstiya wan bi alîkarî û penagehan heye û wiha dewam kir: "Em herwiha ji wan raportên talankirinê yên ji nava bajarê Efrînê jî bifikar in. Me gelek caran ev nîgeraniyên xwe yên cidî yên li ser rewşa Efrînê ji rayedarên tirk re ragihandin."

"BILA RÊ BIDIN ALÎKARIYA MIROVÎ"

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê bangî hemû aktorên pêwendîdar ku Tirkiye, Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî di nav de kir da ku "rê bide rêxistinên alîkariya miorvî yên navdewletî û gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn bo kesên ji ber tundûtiyê aware bûne hêsan bike û zûka programeke hevahengkirî ji bo vegereke dildarî û ewle ji bo xelkê Efrînê bi pêş de bixin."

 

"EM PABENDÊ HSDÊ NE"

Ji aliyê din ve, Wezaretê careke din dubare kir ku Amerîka li bakurê rojavayê Sûriyeyê ku Efrîn lê ye naxebite û wiha dewam kir: Em hîn jî pabendên hevpeymanê xwe yê NATOyê Tirkiyeyê ne, nîgeraniyên wê yên meşrû û yên ewlehiyên tê de. Herwiha em di helmeta têkbirina DAIŞê de hîn jî pabendên hevparê xwe HSDê ên li rojhilatê Sûriyeyê ne."(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.