1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin
Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin

Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di derbarê mudaxaleya Sûriyê de biryar da û got "min emrê êrişê."

A+A-

07: 29 WEZARETA PARASTIN A RÛSYAYÊ: MOŞEKÊN AMERÎKAYÊ NEKETIN HERÊMÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN RÛSÎ'

Wezareta Parastin a Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, ti moşekên ji aliyê Amerîkayê û hevalbendê wê ve hatine avêtin, neketin Tartûs û Hmeymîm jî di nav de herêmên parastina hewayî yên rûsî lê hatine bicihkirin.

07: 23 SEKRETERÊ NATOYÊ: EZ PİŞTGİRİYA VÊ ÊRİŞÊ DİKİM

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg di derbarê êrişa bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku "Ez piştgiriya êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyeyê dikim. Ev gav, êrişên çekên kimyewî ya li dijî gele Sûriyeyê ya rejime dê kêmtir bike."

07: 15  ‘AVAHİYÊN HİKÛMETÊ Û QESRA SEROKÊ DEWLETÊ RASTÎ ÊRİŞÊ NEHATİN'

Peyamnêrê Sputnikê li Şamê diyar kir ku avahiyên hikûmetê û Qesra Serokê Dewletê di êrişên bi pêşengiya Amerîkayê de, rastî êrişê nehatine.

07:05 WEZARETA KARÊN DERVE YA RÛSYAYÊ: ÊRIŞ DI DEMEKÊ ŞESÊ KU DI PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ DE AŞTÎ HATIBÛ BIDESTXISTIN, HAT

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Şam di demeke ku aştî bi dest xist rastî êrişê hat.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyanî da û ev tişt gotin: "Gelê Sûriyeyê berî rastî Bihara Ereban, piştre DAIŞê û niha jî rastî rastî moşekên Amerîkayê hatin. Paytexta welatekê ku bi salan li dijî êrişên terorî li ser xwe ma, rastî êrişê hat."

05:47 ‘BALYOZÊ RÛSÎ: EV ÊRÎŞ BÊ ENCAM NAMÎNE'

Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov destnîşan kir ku: Ev êrîşa ku di bin hevpeymaniya Amerîkayê de li ser Sûriyeyê tê kirin bê encam namîne. Tiştên ku em pê bifikar bûn qewimîn, hişyariyên me li wan kir guh nedanê. Me ji wan re got ku ev êrîşana bêencam namînin. Berpirsiyariya vê bûyerê di stuyê Amerîka, Fransa û Brîtanya de ye.

05:40 ‘SANA: AMERÎKA LI HUMSÊ LI ÇEND BAREGEHÊN LEŞKERÎ XIST'

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku hêzên Amerîkayê li deverên Humsê çend baregehên leşkerî kirin armanc.

05.15 ‘PENTAGON: ÊRÎŞ JI BO CAREK TENÊ YE'
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattis destnîşan kir ku "êrşa li ser Sûriyê ji bo carek tenê ye, lo gorî êrîşa sala par me du qat zêdetir çek bikar anîn. Me armancan bi hesasiyet bijartin, ez dikarim bibêjim ku êrîşeke giran e."

05.04 RÛSYA: ‘AMERÎKA HEMÛ KURALÊN NAVNETEWEYÎ IHLAL KIRIN' 
Serokê Komîteya Parastinê yê Parlementoya Dûmayê Aleksandr Şerin ragihand ku: "Amerîka bi êrişa xwe ya li ser Sûriyê hemû qaîdeyên navneteweyî binpê kir û Rûsya vê wek tegerekê êrişkar dibîne."

04:58 ‘BALEFİRÊN ŞER YÊN BRÎTANYAYÊ LI HUMSÊ LI BAREGEHÊN LEŞKERÎ XISTIN'
Artêşa Brîtanyayê ragihand ku balefirên şer yên Brîtanyayê li nêzê Humsê li baleregehên leşkerî yên Rejîma Sûrê xistine.

04:40 'MACRON: EM DESTÛR NADIN KU BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEVÎ NORMALÎZE BIBE’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku "em musade nakin ku li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyevî normalîze bibe."

04:30 ‘MAY: JI BILÎ BIKARNÎNA HÊZ TU ALTERNATÎFEKÊ NEMA'

Piştî daxuyaniya Donald Trump ku gotibû ‘min emrê êrişê da' Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May anî ziman ku "li hember Sûriyê ji bilê bikaranîna hêz alternatîfekê din nîne."

Donald Trump di daxuyaniya xwe da anî ziman ku "min ji bo Sûriyê emrê êrişê da."

Ji daxuyaniya Trump çend xal:

  • Min emrê Êrişê da, operasyon dest pê kirin.
  • Îro Amerîka, Fransa û Brîtanya bi awayek xwedî heq li hember vê wahşetê qeweta xwe kirin yek.

'ÊRÎŞ DEST PÊ KIRIN'

Hat ragihandin ku li deverê Şamê êriş dest pê kirine û dengê teqînan tên. Sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê hatine aktîfkirin. li sermedyaya civakî vîdeo hatin parvekirin. Vîdeo didin nîşan ku sîstemên Rûsya yên parastinê li hember moşekên Tomahawk moşekan davêjin. (sputnik)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.