1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Amerîka: Li ser hilbijartinênTirkiyeyê fikarên me hene
Amerîka: Li ser hilbijartinênTirkiyeyê fikarên me hene

Amerîka: Li ser hilbijartinênTirkiyeyê fikarên me hene

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert diyar kir ku li Tirkiyeyê di bin şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) de lidarxistina hilbijartineke azad, adilane û şefaf gelekî zehmet e û got, em di vî warî de bi fikar in.

A+A-

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di civîna xwe ya çapemeniyê de li ser hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyeyê axivî û got, "Dema rewşa awarte hebe, gelekî zehmet e ku li gorî yasayên tirk û berpirsyariyên navdewletî yên Tirkiyeyê hilbijartineke azad, adilane û şefaf were lidarxistin û haya me ji vê yekê heye."

 

Nauert anî ziman ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wisa berdewam kir: "Di demeke wisa rewşa awarte de li ser lidarxistina hilbijartinan em bi fikar in. Helbet em dixwazin hilbijartinên azad û adil bibînin lê di vir de fikara me heye."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.