1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Amerîka: 'Piştgiriya me ji bo HSDê berdewam e'
Amerîka: 'Piştgiriya me ji bo HSDê berdewam e'

Amerîka: 'Piştgiriya me ji bo HSDê berdewam e'

Berdevkê hezên hevpaeyman a li dijî DAIŞê John Dorrian ragihand ku li ser operasyona Reqayê planeke baş amade dikin û piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî berdewam e.

A+A-

John Dorrian beşdarî televîzyona Rûdaw TVyê bû û eşkere kir ku terorîstên DAIŞê nikarin ji Mûsilê birevin û herin devereke din.

 

Dorrian destnîşan kir, hêzên Iraqê piştî çend rojan, êrîşên xwe yên li rojavayê Mûsilê dê zêdetir bike û DAIŞ bi tevahî ji wê derê dê were derxistin.

‘HSD DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞê DE SERKEFTÎ YE'

Berdevkê hêzên hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike John Dorrian da zanîn ku piştgiriya wan a bo HSDê berdewam e û got: "HSD di şerê li dijî DAIŞê de serkeftî bû, hevpeyamanî bi wan bawer dike û dê piştgirî bidome. Bi taybetî emê di şerê Reqayê de alîkariya wan bikin."

‘BO RIZGARKIRINA REQQAYÊ PLANEKE BAŞ AMADE DIKIN'

 

John Dorrian destnîşan kir ku li ser kontrolkirina Reqa û deverên din planeke baş amade dikin û wiha pê de çû: "HSD bû demek e, li derdora Reqayê operasyon pêk tîne û di hin qonaxan de jî pêş ketine"

‘EM NIZANIN BEXDADÎ LI KU YE'

Dorrian derbarê serokê DAIŞê Ebu Bekir el Bexdadî de jî got: "Em nizanin li ku ye. Niha xwe vedişêre. Bexdadî bangewazî li çekdarên rêxistinê kir ku heta mirinê şer bikin. Wezareta Derve yê Amerîkayê ji bo desteserkirin an jî kuştina Bexdadî 25 milyon dolar xelata pereyan diyar kiriye."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.