1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Amerîka radar, tank û serbazên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê
Amerîka radar, tank û serbazên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

Amerîka radar, tank û serbazên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

Ev pêngava Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê sê hefte piştî wê yekê het, artêşa Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê nêzîkê artêşa Amerîkayê bû û di encama lihevketina otomobîlên wan de 7 serbazên Amerîkî birîndar bûn.

A+A-

Artêşa Amerîkayê serbazên zêdetir, tank û otomobîlên şer ên corê “Bradley” û radarên pêşketî dişîne Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser, herwiha tevgera firokeyên şer jî li esmanê deverê zêde dike.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Bill Urban ragihand ku ev pêngavên han pêşandaneke zelal a xwesteka Amerîkayê ye bo parastina Hêzên Hevpeyman. Di heman demê de ev pêngavên wiha bo piştrastbûnê ye ku Hêzên Hevpeyman dikarin erkên xwe yên taybet bi têkşikandina DAIŞê cîbicîh bikin bê wêya destwerdan di erkê wan de were kirin.

 Hejmara wan serbazên ku bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser tên veguhestin nêzîka 100 dserbaz dibe. Ev di demekê de ye ku heta çend roj berî niha zêdeyî 500 serbaz û rawêjkarên serbazî yên Amerîkî li wê derê bûn. Di heman demê de Amerîka tank û otomobîlên şer ên corê Bradley û radarên corê Sentinel dişîne herêmê. Piştre tevgera firokeyên şer û helîkopterên Apache li esmanê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser zêde dike.

Ev pêngava Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê sê hefte piştî wê yekê het, artêşa Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê nêzîkê artêşa Amerîkayê bû û di encama lihevketina otomobîlên wan de 7 serbazên Amerîkî birîndar bûn.

Ev bûyer jî bû sedema karvedana dijwar a Demokratan û ragihandin ku Donald Trump nikariye rûbirûyê wan hewldanan bibe ku wan wek dijminkariya Rûsyayê binav kir. Hevdem Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi plana taybet bi veguhestina tank û otomobîlên şer bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser da û got, “Em dê li ser karkirina ligel hevbeşên xwe yên lokalî li Sûriyê berdewam bin bo piştrastbûna ji têkşikandina DAIŞê. Hê jî ew grûpa Îslamî ya radîkal gef e û eger guşarên li ser berdewam nebin, derketina wê egereke rast e.”

Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê ji Îlona 2014an ve ligel Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser kar dike bo têkşikandina DAIŞê.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Bill Urban got: “Ev pêngav pêşandaneke zelal a xwesteka Amerîkayê ye bo parastina Hêzên Hevpeyman. Ev pêngav bo piştrastbûnê ye ku Hêzên Hevpeyman dikarin erkên xwe yên taybet bi têkşikandina DAIŞê cîbicîh bikin. Em dê li ser karkirina ligel hevbeşên xwe yên lokalî li Sûriyê berdewam bin bo piştrastbûna ji têkşikandina DAIŞê Hê jî ew grûpa Îslamî ya radîkal gef e û eger guşarên li ser berdewam nebin, derketina wê egereke rast e.”

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.