1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. 'Amerîka Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike'
'Amerîka Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike'

'Amerîka Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike'

Parlamenterê Libnanî Valîd Sakriya serdana Rojhilata Navên yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump nirxand û ragihand ku nexşereya modern ya Rojhilata Navîn rojên xwe yê dawîn dijî.

A+A-

Endamê bloka Rêzgirtin û Berxwedan a Parlamentoya Libnanê Sakriya ji Sputnikê re axivî û got: "Armanca hevdîtina bi serokê welatên misilman yê Trump, dabeşkirina hêza nû li herêmê bû."

‘STRATEJIYA NÛ, DERXISTINA RÛSYAYÊ JI ROJHILATA NAVÎN TÊ ARMANCKIRIN'

Sakriya wiha pê de çû: "Mînak Sûriye divê di nav hevalbendê Amerîkayê de cih bigire, divê dev ji hevalbendên xwe yê niha berde. Stratejiya nû, derxistina Rûsyayê ji Rojhilata Navîn tê armanckirin. Serokê Amerîkayê Franklin Roosevelt yê heyama salên 1930an, bi berdêla petrolê, parastina Erebistana Siûdî bi avakarê Erebistana Siûdî Abdulaziz el Siûdî re morkiribû. Niha jî dema nûkirina stratejiya bi Erebistana Siûdî re hatiye û ev yek di hewldana avakirina NATOya ereban de hat dîtin."

‘TRUMP JI BO KU ÎSRAÎL ÎRAN DIJMIN DIBÎNE, WEK DIJMIN DIBÎNE'

Sakriya eşkere kir ku Erebistana Siûdî, Îsraîl, Îran û hevalbendê Îranê Hîzbûllah wek dijmin dibine, lê Trump ji ber ku Îsraîl, Îran wek dijmin dibine, dijmine. Ji ber vê yekê em difikirin ku rewşa li Rojhilata Navîn diguhere.

Parlamanterê Libnanî destnîşan kir ku Amerîka bo ewlehiya Îsraîlê, plan dike Sûriyeyê parçe bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.