
Amerîka şandina 50 hezar serbazî bo Sûriyê lêkolîn dike
Li Koşka Spî ya Amerîkayê bi armanca beşdarîkirina di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê mijara şandina 50 hezar leşkerên wî welatî bo Sûriye tê lêkolîn dikin.
A+A-
Li gor rojnameya New York Times a Amerîkayê belav kiriye, ku niha Koşka Spî pirsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî bo Sûriyê vedikole, ew gav jî di çarçoveya beşdarîkirina di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê.
Herwiha Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster tekez kirk u, ew li gel wê yekê ku, hêzeke Amerîkî bo Sûriyê re were şandin, da zanîn ku, ew pêşniyar ji aliyê rêveberiya Donald Trump hîn cihê dudiliyê ye.
Tê zanîn ku, şandina wê hejmarê ji leşkerên Amerîkî, di çarçoveya piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e di operasyona kontrolkirina Reqayê de ye.
Berî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehandibû ku, nêzîkî 900 leşkerên wî welatî li Rojava û Bakurê Sûriyê cih digre.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.