1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Amerîka: Trump bi awayekî vekirî û tund bi Erdogan re axivî
Amerîka: Trump bi awayekî vekirî û tund bi Erdogan re axivî

Amerîka: Trump bi awayekî vekirî û tund bi Erdogan re axivî

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Nauert Heather bersiv da pirsên derbarê daxuyaniya Koşka Spî ya piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, "Em li pişt daxuyaniya Koşka Spî ne. Serok Trump bi awayekî vekirî û bi tundî bi Erdogan re axivî."

'HEM TRUMP HEM JÎ TILLERSON HER TIŞT BI ZELALÎ JI TIRKIYÊ RE GOTIN'

Nauert beriya civîna rojnamevanî jî heman daxuyanî dubare kirin û  li ser daxuyaniya Koşka Spî ku ji aliyê Tirkiyê ve îtiraz lê hatibû kirin got, "Daxuyanî gelekî zelal, bi hurgilî û saxlem e. Daxuyaniya Koşka Spî hem fikarên pir zêde yên Trump ên derbarê bakurê Sûriyê û herêma Efrînê de, hem jî yên Tillerson anîye ziman. Bi nêrîna min hem Trump hem jî Tillerson di vê mijarê de zelal in."

 

'AMERÎKAYÊ TI PÊŞNIYAR Û SOZEK NEDAYE TIRKIYÊ'

Nauert da zanîn ku di hevdîtinên telefonê û yên rûbirû yên wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê de, Amerîkayê bi awayekî eşkere daxwaza kêmkirina tansiyonê aniye ziman û ti pêşniyar û sozek bo Tirkiyê nehatiye dayîn, tenê guhdana daxwazên Tirkiyê heye.

Nauert got, "Em behsa herêmeke ku li Sûriyê heta astekê aram bûye (Efrîn) dikin, lê niha rewş pir cuda ye."

'TRUMP DI MIJARA MINBICÊ DE GELEKÎ VEKIRÎ AXIVÎ YE'

 

Berdevka Wezareta Amerîkayê herwiha derbarê êrîşkirina ser Minbicê jî diyar kir, "Em di vê mijarê de ji tirkan re gelekî vekirî ne. Hem em bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê re vekirî bûn, hem jî Tillerson di hevdîtinên taybet de gelekî vekirî bû. Serok Trump jî di hevdîtina ligel Erdogan de, gelekî vekirî got, ew naxwaze bibîne ku heta Minbicê tansiyon bilind bûye." (sputnik)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.