1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Amerîkayê bi moşekan Suriye bombebaran kir
Amerîkayê bi moşekan Suriye bombebaran kir

Amerîkayê bi moşekan Suriye bombebaran kir

Ji du keştiyên balafirên şer ên Amerîkayê ji rojhilatê Deryaya Spî zêdetirî 50 moşekên Tomahawk bo baregeha hewayî ya Şaryatê hatin avêtin. Trump ragihand ku operasyon ji bo Amerîkayê pêwist bû.

A+A-

07.25 — ZAXAROVA: RÛSYA HETA DEMEKE NÊZÎK WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe de got: "Wezaret heta demeke nêzîk ji bo mijarê wê daxuyaniyekê bide."

07.20 — TILLERSON: ME BI RÛSYAYÊ RE PÊWENDÎ NE DANÎ

Wezîrê Derve Rex Tillerson di axaftina xwe de got: "Ne berî êrişê û ne jî piştî êrişê me pêwendî bi Moskowê re nedaniye."

07.15 — WALIYÊ HÛMSÊ: DAIŞ JI ÊRIŞÊ SÛDÊ WERDIGIRE

Waliyê Hûmsê Talal el Barazî ji bo êrişa hewayî ya Amerîkayê li dijî baregeha leşkerî ya Sûriyeyê got: "Rêxistina terorîst a DAIŞêji vê êrişê sûdê werdigire. Xebatên rizgarkirinê li baregehe dewam dikin."

07.10 — AMERÎKAYÊ VÎDYOYA ÊRIŞÊ PARVE KIR

Enstîtuya Deryayî ya Amerîkayê piştî êrişa baregeha leşkerî ya Sûriyeyê vîdyoya êrişê li ser kanala YouTube parve kir.

07.05 — TILLERSON: ME BI PÎVAN BERSIV DA

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî êrişa hewayî got: "Me bersiveke bi pîvan da Sûriyeyê. Dema ku welat sînorê xeta sor derbas bikin, bila bizanibin ku Trump amade ye tekeve tevgerê. Rûsyayê berpirsyariya xwe bi cih neanî."

06.55 — ‘ÊRIŞKARIYA AMERÎKAYÊ'

Herwiha çavkaniyên sûriyeyî di êrişa moşeka Amerîkayê ku weke ‘êrişkariya Amerîkayê' bi nav kirinde ragihandin ku sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî çavkaniyekî sûriyeyî di êrişa hewayî de zêdetirî 70 moşek hatin bikaranîn.

06.50 — RÛSYA HAT AGAHDARKIRIN

Li gorî çavkaniyên Pentagonê Amerîka berî êrişa baregeha hewayî ya Sûriyeyê Rûsya agahdar kiriye.

Qesra Spî piştî îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî yên rêvebiriya Sûriyeyê li Idlibê, nîşaneya operasyona hewayî da û piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mudaxeleya pêşî ji Amerîkayê hat.

06.40 — JI DU KEŞTIYÊN AMERÎKAYÊ BO BAREGEHA HEWAYÎ YA ŞARYATÊ MOŞEK

Li gorî CNNê, Artêşa Amerîkayê ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 50-60 mûşekên Tomahawk avêtine Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê.

06.30 — DAXUYANIYA SEROKÊ AMERîKAYÊ

Trump herwiha got: "Min fermana êrişeke wisa li dijî embarên çekên Sûriyê da. Ev kar ji bo parastina berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên me li deverê ye, da ku pêşî li êrişên kîmyayî yên hevşêwe were girtin. Ev êriş di arasteya berjewendiyên bingehîn ên ewlehiya Amerîkayê de ye."

Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, ku Sûriyê hêlên sor derbas kirine û di encama kiryarên Sûriyê de, krîza koçberan, derketina DAIŞê û gefên cîhanî çêbûne.

Trump bang li welatên cîhanê û alîgirên aştiyê jî kir, ku piştgiriya Amerîkayê bikin. Li ser vê yekê Trump got: "Ez ji hemû welatên cîhanê û alîgirên aştiyê dixwazim, ku ji bo bi dawî anîna wê şerê xwînbar tevlî me bibin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.