1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ‘Amerîkayê bo Rojava plan amade kiriye’
‘Amerîkayê bo Rojava plan amade kiriye’

‘Amerîkayê bo Rojava plan amade kiriye’

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk aşkere kir, Amerîka planek daniye bo pêşxistina wan deverên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne û got têkiliyên wan bi Rûsyayê re jî berdewam in.

A+A-

Di daxuyaniyeke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de, Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Riyad Derar ragihand, ku têkiliyên wan him bi Amerîka re û him jî bi Rûsyayê re hene.

Derar herwiha diyar kir, ku planeke Amerîkayê bo ji nû ve avakirina deverên di bin kontrola HSDê de ku taze hatine rizgarkirin, heye.

Derar ev yekjî anî ziman, ku niha ew û Rûsya jî bi hev re kar dikin, daku wan kesên ku ji ber şer koçber bûne vegerînin deverên wan bi taybet jî li Dêrazorê.

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk ji Rûdawê re wiha got: “Danûstandin û têkiliyên me bi Amerîkayê re qut nebûne, bi rastî planek jî hatiye danîn bo pêşxistina deverê, lê ne wek ku di reporta rojnameyekê hatiye ku behsa 10 xalan tê kirin, lê hewldaneke heye bo jinûve avakirin, peydakirina pêdiviyan û avakirina jêrxaneyê.

Amerîkî bo vê yekê kar dikin, û alîkariya me dikin, em jî bo pêşxistina encûmenên xwecihî kar dikin, û pêşxistina projeya Encûmena Sûriyeya Demokratîk, daku bikaribe her 3 deverên Rêveberiya Xweser û deverên rizgarkirî wek Reqa û Dêrazorê birêve bibe.

Têkiliyên me bi Rûsya re berdewam in, li gelek deveran hevkarî di navbera me de heye, bi taybet li Dêrazorê, ji ber ku rûs bi awayekî rasterast li wir hene û gelekî nêzîkî xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, em kar dikin ku bi sepereştiya Rûsya xelkê koçber vegerin deverên xwe, herwisa em di têkiliyê de bi hev re daku em li Soçî amade bibin, heger em bên razîkirin di vê mijarê de.”

Riyad Derar destnîşan kir,  ew niha kar dikin daku platformeke taybet bi Bakurê Sûriyê ava bikin û ew jî platform beşdariyê di proseya danûstandinê de bike.

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk da xuyakirin, ku serkevtina wan di şerê li dijî DAIŞê de bo avakirina Sûriyeke yekgirtî bû, lê ew qebûl nakin ku rijêma Sûriyê bi vê pêkhateya xwe ya niha vegere deverê.

Derar li ser vê mijarê tekez kir: “Hewl tê dayin bo pêşxistina aliyê siyasî, daku em platformekê ji bo Bakurê Sûriyê ava bikin, û ew jî beşdariya di proseya danûstandinê de bike.

Em dixwazin vê yekê bînin ziman, ku serkeftina me li dijî DAIŞê, ew ji bo Sûriyeke yekgirtî ye, lê pirsgirêk di rijêmê û pêkhateya wê de heye, berî demekê jî serokê rijêmê dest bi êrîşê kiribû bi rêya daxuyaniyan, gotibû xelkê deverê xayin in ji ber ku têkiliya wan bi Amerîka re heye, di demekê de ku rijêm têkiliya wî bi gelek aliyan re heye ku niha gelek navçeyên Sûriyê dagîr kirine, em naxwazin li gor karvedanan serdeeriyê bikin, em ji bo Sûriyeke yekgirtî kar dikin, lê ne ji bo vegerandina rijêmê bi vê pêkhateya xwe ya niha.” (rudaw)

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.