1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. 'Amerîkayê ji HSD ê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'
'Amerîkayê ji HSD ê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'

'Amerîkayê ji HSD ê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'

Amerîkayê di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşenegiya wê dike re, bi 250 TIRan çekên giran û wesayîtên zirxî yên Hummer şandin. Amerîkayê heta niha ji HSDê re bi 4800 TIR çek şandine.

A+A-

Li gorî zanyariyên ku ji HSDê hatin bidestxistin, Amerîkayê di çarçoveya operayona Dêra Zorê de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikşîne alîkariyên çekan didomin. Amerîka her çar rojên dawiyê ji HSDê re alîkariya çekan kir.

 

‘AMERÎKA HEBÛNA XWE YA LI DÊRA ZORÊ ZÊDE DIKE'

Çavkaniyeke ji HSDê ji Spûtnîkê re got bi helkefta operasyona Dêra Zorê, Amerîka îro danê sibehê ji wan re çekên giran û wesayîtên zirxî şandine. Ew çavkanî wiha axivî:

"Amerîka (DYA) hebûna xwe ya li Dêra Zorê zêde dike. Li Dêra Zorê 3 baregehên Amerîkayê hene û li baregehên xwe hebûna xwe zêde dike. DYAyê bi 250 TIRan çekên giran û wesayîtên zirxî yên Hummer şandin. Amerîkayê heta niha ji HSDê re bi 4800 TIRî çek şandine. 4 rojên dawiyê her roj çek tên. Çimkî hewcedarî bi wan heye. Operayona me ya li dijî DAIŞê ya li rojhilatê Dêra Zorê berdewam dike. Çekên cebilxaneyên ku ji bo me hatin hinartin ji Dêriya Sêmalkê yê Herêma Kurdistanê bi rêya bejahiyê hatin şandin. Û ji wir jî bi TIRan bo herêma rojhilatê Dêra Zorê hatin şadin." Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê heta niha ji HSDê re 4800 TIR çek û cebilxane û wesayîtên zirxî şandine. (sputnîk)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.