1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Artêşa Tirkiyê 4 komandoyên xwe bi tohmeta alîkariya PKKê desteser kir
Artêşa Tirkiyê 4 komandoyên xwe bi tohmeta alîkariya PKKê desteser kir

Artêşa Tirkiyê 4 komandoyên xwe bi tohmeta alîkariya PKKê desteser kir

Artêşa Tirkiyê 4 komandoyên xwe bi tohmeta alîkariya PKKê desteser ki

A+A-

Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê 4 leşkerên xwe yên komando yên ser bi yekemîn togaya komando ya li Qeyseriyê bi tohmeta encamdana propaganda û alîkariya PKKê desteser kir.

Li gor medyayên Tirkiyê, yekemîn togaya komando ya Artêşa Tirkiyê li bajarê Qeyseriyê, 4 leşkerên xwe bi tohmeta ku alîkarî dane PKKê û propaganda bo wê rêxistinê kirine, desteser kir.

Tê gotin ew 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê agahî li ser rêya hatinûçûna leşkerên Artêşa Tirkiyê dane PKKê, ku ew zanyarî bûne sedema êrîşeke xwekujî ku di roja 17 Kanûna 2016an de li Qeyseriyê li djî leşkerên Tirkiyê pêk hat.

Di encama wê êrişa xwekujî de, 14 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û 55 leşker jî brîndar bibûn.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêprisîna wê bûyerê de, 29 kes desteser kirine, 6 kes ji wan serbest hatin berdan, lê belê heta niha 23 kes desteserkirî ne û  lêprisîn bi wan re berdewam e.

Tê zanîn, roja 17 kanûna 2016an êrişeke xwekujî li ber otobuseke leşkerên Artêşa Tirkiyê li Zaznîngeha Qeyseriyê çêbû û di encamê de 14 leşker hatibûn kuştin û 55 kes jî brîndar bibûn.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.