1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Artêşa Tirkiyê nahêle koçberên Efrînê vegerin malên xwe
Artêşa Tirkiyê nahêle koçberên Efrînê vegerin malên xwe

Artêşa Tirkiyê nahêle koçberên Efrînê vegerin malên xwe

Di navbera bajarokê Şêrewa û bajarê Efrînê de Li ser rêbenda Kîmarê, ji 4 rojan ve bi hezaran koçberên Efrînê hatine rawestandin û hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyonê rêya vegerê li wan girtine.

A+A-

Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê bajêr ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, li çend gundên herêma wê malbatên ereb li şûna nişteciyên kurd têne bicîkirin.

Nûçeyên bicîkirina xelkê biyanî li ser mal û milkê xelkê Efrînê, bûye sedem ku bi hezaran koçberên Efrînê, tevî hemû zehmetî û astengiyan, berê xwe bidin ser rêbendan û hewla xwegihadin li ser gund û bajarokên xwe bidin.

Li gorî tomareke dengî ji wan koçberan ku gihaştiye ber destê Rûdawê, koçber bê av bê nan û bê tevahiya pêdawîstiyên jiyanê li çola rût dimînin.

Li gorî heman tomara dengî, nêzîkî 400-500 otomobîlan li ser rêbendên diçin bajarê Efrînê hatine rawestandin û rê bi tundî l pêş wan htiye girtin.

Her li gorî wê tomara dengî, çend cenazeyên miriyan jî li gel wî karwanê koçberan hene û rê ji bo veguhestina wan jî nayê dayin.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.