1. HABERLER

  2. EĞİTİM

  3. Aysun Oral: Li Tirkiyê li pêşiya perwerdehiya Kurdî astengiyên mezin hene
Aysun Oral: Li Tirkiyê li pêşiya perwerdehiya Kurdî astengiyên mezin hene

Aysun Oral: Li Tirkiyê li pêşiya perwerdehiya Kurdî astengiyên mezin hene

Li Tirkiyeyê nêzîkî 18 milyon xwendekaran dest bi perwerdehiya sala nû kirin. Lê bi milyonan Kurd dîsa ji perwerdehiya zimanê Kurdî bêpar man. Dê û bav, perwerdekar û sendîkavanan bang li dewletê kirin, ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi cih bîne.

A+A-

Bi destpêbûna sala nû ya xwandinê li Tirkiyê, bi milyonan zarokên Kurd dîsan bi Tirkî dest bi dibistanê kirin, ji ber ku perwerdehiya Kurdî hê jî li Tirkiyeyê qedexe ye.

 

Mihemed Erol ji ber tunebûna dersên kurdî, keça xwe neşand dibistanên dewletê. Ji bo ku dersa kurdî jî bibîne, keça xwe şand kolejeke taybet a Amedê. Ew dibêje dewlet dixwaze bi polîtîkaya bişaftinê zimanê kurdî bihelîne û ew ê weke kurdek nehêle ku zimanê dayikê bihele.

 

Bavê xwendekarek, Mihemed Erol ji Rûdawê re ragihand: “Di mekteba dewletê ya fermî de dibêjin dersên bijarte yên kurdî hene lê ne mamoste hene û ne jî yên vê dersa kurmancî hildibijêrin heye. Ji ber vê yekê di mektebên dewletê de dersa kurmancî tune ye.”

 

Piştî Rewşa Awarte li Amedê 2 dibistanên ku perwerdehiya bi kurdî didan hatin girtin. Niha li Amedê tenê Koleja Dîcle Firat dersên kurdî dide. Rêveberên kolejê dibêjin ew gelek xemgîn in ku tenê koleja wan dersa kurdî dide. Dixwaze xelk zextê bidin ser kolejên taybet ku dersa kurdî bidin zarokên wan.

 

Xwediyê Koleja Dîcle Firatê, Sebahatîn Korkmaz:  “Ji ber ku em bi tenê ne em kêfxweş nîn in. Em li ber dikevin. Ji kolejên ku rûmetê didin zimanê kurdî perwerdehiya bi kurdî dixwazin, daxwazek hebûya, ev yek ji bo kolejên din ên taybet jî dibû mînak ku ew jî dest bavêjin vî karî.”

 

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm Sen jî yek ji wan saziyan e ku ji bo perwerdehiya bi kurdî têdikoşe. Li gorî rêveberên sendîkayê, ji bo perwerdehiyeke zanistî perwerdehiya bi zimanê dayikê şert e.

 

Sekretera Giştî ya Egîtîm Sen'ê, Aysun Oral jî dibêje: “Li Tirkiyeyê hê jî li pêşiya perwerdehiya bi zimanê kurdî astengiyeke gelek mezin heye. Ne tenê daxwazên zarokên kurdan, daxwazên zarokên ereb û laz jî nayên cîbicîkirin. Ev mafê wan tê astengkirin. Vî mafê wan nabînin. Dewlet weke ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye tevdigere.”

 

Ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û vir de zimanê kurdî rastê qedexeyan hatiye. Kesên ku bi kurdî axivîne hatine cezakirin. Polîtîkaya bişaftin ango asîmîlasyonê niha li gelek bajarên kurdan bi ser ketiye û zimanê kurdî roj bi roj ber bi helandinê ve diçe. Li bajarê Amedê ku navenda siyaseta kurdên Bakur e kêm kes hene ku bi kurdî diaxivin.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.