1. HABERLER

  2. KÜLTÜR-SANAT

  3. ‘Bajardewletên’ yekem li Kurdistanê
‘Bajardewletên’ yekem li Kurdistanê

‘Bajardewletên’ yekem li Kurdistanê

Di dîrokê de ‘Bajardewletên’ yekem li Kurdistanê; Mirovahî çawa ji gundan derbasî bajaran bû?

A+A-

Bajarvanî proseyeke wisa ye ku di serdema me de jî didome. B.Z di sedsala 10 hezaran de yekem car mirovahiyê pê derxist ku dê bikaribe li devera ku lê dijî mayînde bibe. Ev yek jî bû sedem ku neçarî û daxwaza deverên lê dijîn xweştir bike. Hikûmranî, komarî, otokrasî an jî demokrasî navê îdareyê çi dibe bila bibe ji mêj ve şaristanî bi daxwaza avakirin, nûkirin û nûjenkirina bajaran xebat kirine. Veguhestina bajar li pêşberî me weke rewşeke neçar dimîne û ev veguhestin jî di bin însafa îktîdaran de ye. Ev yek ji dema dewletbûnê ve didome û ji berpirsên dewletên yekem ta îro weke mîrasê maye. Gelo cara yekem avahiya bajaran ji ku dest bi veguhestinê kir, çawa derket holê?

Mirovahî beriya bajaran ava bike di B.Z. di sedsalên 10 hezarî de dest bi jiyana dêmanî kiriye. Em di vê serdemê de rastî gundên dêmanî dibin ku jê re tê gotin ‘Hîlala bi bereket’ ku dikeve nav hidûdê Kurdistanê. Li Diyarbekir Çayonu, Girê Kortik, Batman – Çemê Hellanê, Riha – Newala Çorî û Gobeklî Tepe di dîrokê de yekem gundên ku jiyana dêmanî lê hatine kirin in. Li van gundan mirovahiyê dest bi çandinî û xwedîkirina ajalan kiriye. Deverên Neolîtîk destpêka bajaran e jî herwiha. Ji bilî van deverên ku me navên wan deverên Neolîtîk ên dêmanî Çatalhoyika Konya û Jarmoya Kurdistanê ne. Avahiya li Çatalhoyikê bi rastî yekem avahiya sûran jî tê qebûl kirin. Çatalhoyik li hember êrîşên ji derve bên re ewlehiya xwe jî ava kiriye. Li gor arkeologan hejmara şêniyên li Çatalhoyikê dimînin ji deh hezarî zêdetir in û ev yek jî dike ku ji statûya gund derbasî statûyeke din bibe. Bi vî hawî, Çatalhoyik ji bo derketina bajaran jî weke mîladekî ye.

Gelo çem bûn sedema vê proseyê?

Ev rûdan di serî de li Mezopotamyayê destpê kir û piştî demeke kin li Misrê jî tê dîtin. Wekheviya herdu herêman jî ew e ku xwedî çem in. Li Misrê çemê Nîlê û li Mezopotamyayê jî Dîcle û Ferata ku jiyanê dide wê axê hene.

Bi çendîn kûram û nîqaşan derketina holê ya bajarên yekem tê îfadekirin. Gordon Childe, derketina bajaran girêdayî kûrama hevsengiya organîk a civakê dike. Arkeolog jî derketina bajaran bi zeman û taybetmendiya erdnîgariyê ve girê didin. Derketina bajaran li herêmên cuda di demên cuda de jî nîşaneya vê yekê ye. Divê derketina her bajarî li gor erdnîgarî, civakî û fizîkî li gor wê demê bê nîrxandin. Bajar bi yekcarî derneketine holê. Ev proseyeke demdirêj e. Bi veguherîneke hezaran salî xwe gihandine serdema me ya îro. Ev proseya guhertinê hê jî didome.

 

Di dîrokê de ‘Bajardewletên’ yekem li Kurdistanê;  Mirovahî çawa ji gundan derbasî bajaran bû?

 

Bajarên yekem çawa bûn?

Derketina bajarên ewil her wiha destpêka dewletbûnê ye jî û di Serdema Kalkolîtîk de ye. Li Kurdistanê jî mirov dikare mînaka bicihbûna Kalkolîtîk bide. Arslantepe ya Meletî ku dikeve devera Firata jorîn di vê serdemê de hatiye avakirin. Di serdema Dereng ya Uruk de (B.Z. 4000) bû rêya Deşta Firatê him bi Anatoliyayê re him jî bi Kurdistanê re danûstandin kirine. Ji ber vê yekê jî dîtbariya bajarên Mezopotamyayê li Arslantepeyê jî mewcûd e. Li vî bajarî çîna elît siyasetê, hegomoniya olî û aboriyê îdareya hilberandin û firotinê jî di destê xwe de digirt.

Li qada berfireh ku ji kelpîçan pêk tê de qesir, perestgeh û avahiyên ku qût tê de tên spartin hene. Dîtina muhran jî dide xuyakirin ku ji bo stendin û bicihkirina qûtan gelek memûrên dixebitin jî hene. Bezemeyên dîwaran nîşan dide ku serweriya navendî meşru ye. Li gor lêkolînên arkeolojîk ev yek nîşaneya organîzasyoneke dewletî, navendîkirina çalakiyan, bikaranîna muhran, saziyên siyasî û olî jî dide xuyakirin ku organîzasyona dewleta îro jî di wê serdemê de dest pê kiriye. Avahiyên olî, îktîsadî û îdarî ji avahiyên weke abîdeyan hatiye avakirin.

Şoreşa him bajarî him jî bûrokratîk

Gordon Childe di dema B.Z. 3 hezarî de veguherînên li Mezopotamya, Misrê û Deşta Îndûsê weke ‘Şoreke Bajarvanî’ binav dike. Li gor Childe êdî di wê serdemê de avabûna organîzasyona dewletê dertê holê ku ji çewlîgan, gundan an jî koçeriyê cuda ne. Ev yek jî dewleta modern dide ber çavan. Childe dibêje ku ev organîzasyon ‘Çîn û Meslekan’ jî di nav xwe dihewîne. Ev bajarên nû li gor cihgirtina wan û hejmara şêniyan jî gelekî mezin û modern in.

Tişta girîngtir jî ew e ku li van bajaran tevkariya civakî ya karkirinê çêbûye û ne tenê çandinî, herwiha hilberandina meslekî, pisborî jî derketiye holê qadro ava bûne; Rahîp, prens, leşkerên profesyonel û zanaatkarên di gelek qadan de bûne pisbor û memûran mirov dikare bike mînak. Şoreşa bajarvanî di heman demê de şora birokratîk e jî. Bi vê şoreşê jî Despotên Rojhilatî ku bi hemû halê xwe ji civakê mezintir û bihêztirin derketine holê.

Rewşa fizîkî ya van bajaran jî bi sûran hatiye dorpêçkirin ku jê re digotin ‘Temenos’ û li der û dora wê jî deverên ku zanaatkar hilberînên xwe dihilberînin hene. Navenda van bajaran kelha ku perestgeh tê de tên parastin e. Berê civak di navbera kesên di nav sûran de dimînin û yên namînin de bibûn du beş lê paşî bi pêşketina tevkariya karan ev dabeşbûn li nav sûran jî derketiye holê û di nava qada bajarvanî de jî ev avahiya dubendî derketiye holê. Bi kurtasî têkiliya mirovan- xwezayê cihê xwe bi têkiliya mirov – mirovan re guherandiye û bûye destpêka têkiliya şexsî ya civakê jî. Herwiha destpêka pergala fikirandinê jî ev serdeme ku bûye sedema derketina fikra mîtolojiyê û bajar û xwediyê bajaran jî bûne pîrozwer .

Bi bajarîbûnê re çi derket holê?

Bi bajarîbûnê re çendîn diyardeyên derketin holê  jî ev in:

  • Avahiya dewletê. Pesendkirina dewletê ji gel û civakê mezintir e.
  • Saray, perestgeh û embarên qût
  • Nîşandina dewletê ku ji civakê dûr û mezintir e: Despotîzm
  • Weke nîşandina îtaatê, hemwelatî. Îdarekirina gel ji aliyê despotekî ve.
  • Şerên mezin, cara yekem bi bajarîbûnê re derketiye holê. Sedema bajarên antîk ji sê çar qatan jî ev yeke.
  • Bikaranîna teknîka ji bo derbaskirina mezinahiya xwediyê bajêr ji bo nifşên nûn. Ev yek jî nîşana tevkariya mîmarî û îktîdarê ye.
  • Derketina serweriya zilaman: Di şaristaniyan de bikaranîna xetên rast, açiya dîk, kevirên çikandî.
  • Pergala hevkarî û plansaziyê: Mînakên ji vê re jî pîramîd û qenalên avdaniyê ne.

HEFTENAMEYA BAS

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.