1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Holanda dê bibe destpêkek nû
Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Holanda dê bibe destpêkek nû

Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Holanda dê bibe destpêkek nû

Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Holanda dê bibe destpêkek nû

A+A-

 

 

Lahay (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemî di çarçoveya serdaneke fermî de gihişte bajarê Lahay a Holandayê û li gel serokwezîrê wî welatî Mark Rutte hevdîtinek pêk anî. Nêçîrvan Barzanî piştî civînê jî got: “Me civîneke baş ligel Serokwezîrê Holandayê encam da û me tekezî li ser wê yekê kir, ku di paşerojê de pêwnediyên navbera xwe bi pêş bixin.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro gihişte ofîsa Serokwezîriya Holandayê û ji aliyê serokwezîrê wî welatî Mark Rutte ve hate pêşwazîkirin. Her du serokwezîr piştî merasîma pêşwaziyê û silava protokolî, bi hev re civiyan.

 

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re axivî û got: “Civîna ligel Serokwezîrê Holandayê baş bû, di vê civînê de me spasiya Holandayê kir, jibo wan hemû hevkariyên, ku hem di şerê DAIŞê de û hem jî wan alîkariyên ku bo pêşmerge kirine. Me spasiya wan jî kir, bo rola wan di alîkarîkirina awareyên Sûriyê û ewên ku ji cihên din ên Iraqê ve hatine Kurdistanê.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Me tekezî li ser wê yekê kir, ku em di pêşerojê de pêwnediyên navbera xwe bi pêş bixin di hemû warî de, bi taybetî di aliyê aborî de û tekezî li ser wê yekê hat kirin. Bi şêweyekê giştî civîneke baş hat kirin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rojek berî serdana Holandayê, li ser vexwandina fermî ya Serokê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan bo beşdarbûna di merasîma sondxwarina yasayî ya wî de, serdana Tirkiyê kiribû.

 

Derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: “Bêguman piştî bûyerên sala par, bi şêweyeke fermî ev yekemîn car e ku ez serdana Tirkiyê bikim, ez hizir dikim ku gelek bi başî birêve çû û em di vê baweriyê de ne, ku serdana me bo Tirkiyê, destpêkeke din a nû ye di mijara pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.”

 

Pirs û bersivên ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

Rûdaw: Gelo hûn li ser ti karekî hevbeş rêkevtin?

 

Nêçîrvan Barzanî: Yekemîn car e ku ez tên vir jibo dîtina serokwezîran li vir. Bi hizra min civîn bi şêweyekê bû, ku dibe destpêkek bo hevkariya zêdetir a du alî di navbera Herêma Kurdistanê û Holanda û Iraqê de jî bi şêweyekê giştî.

 

Rûdaw: Yekîtiya Ewropa û Holanda çawan dixwazin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin di warê avedankirinê de, weke mînak li navçeyên weke Şingalê?

 

Nêçîrvan Barzanî: Wan bernameya xwe heye, rêxistinên Holandî li Kurdistanê û li Iraqê gelek çalakiyan dikin û mijûlî cîbicîkirina bernameya xwe ne.

 

Pirs: Serdana we ya bo Tirkiyê çawan bû?

 

Nêçîrvan Barzanî: Serdana me ya bo Tirkiyê baş bû, serdana me bo Tirkiyê zêdetir bo beşdarîkirina di merasîma serokomar Recep Tayyip Erdogan de bû, her di wê merasîmê de derfeta wê yekê hebû ku em ligel hev biaxivin. Em di vê baweriyê de ne, ku serdana me ya bo Tirkiyê destpêkeke nû ya din e di mijara pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de. Bêguman piştî bûyerên sala bihorî bi şêweyekê fermî ev cara yekem bû ku ez serdana Tirkiyê bikim. Hizir dikim ku gelek bi başî birêve çû, gelek baş bû.

 

Pirs: Biryar bû ku hûn serdana Belcîkayê bikin, gelo hûn dê kengê wê serdanê bikin?

 

Nêçîrvan Barzanî: Ev serdan ji ber serdana Tirkiyê paşket, çimku hevdem bûn, jibo me weke Herêma Kurdistanê gelek giring bû ku em beşdarî di merasîma Tirkiyê de bikin li Enqerê, ez di vê baweriyê de me ku Brukselê ji vê yekê têbigihîje. Em cardin ligel nûneratiya xwe ya li Bruskelê dêd est bi wê yekê bikin, daku bizanin ka kengê em dikarin wê serdanê rêk bixin û careke din em bihên.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.