1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Baydemir: Em ê serî li Dadegaha Makeqanûnê û DMME ê bidin
Baydemir: Em ê serî li Dadegaha Makeqanûnê û  DMME ê bidin

Baydemir: Em ê serî li Dadegaha Makeqanûnê û DMME ê bidin

Berdevkê HDPê Osman Baydemir ragihand, ku encamên giştpirsiya Tirkiyê ne rewa ye û got wê serî li DMME û DMê bidin

A+A-

Baydemir îro li Enqereyê beşdarî konferanseke rojnamevanî bû derbarê referandumê û pêvajoya berî wê û piştî wê de hin nirxandin kir. Baydemir amaje kir ku beriya referandumê bi hezaran endamên partiya wan hatine girtin ku ev yekê bandorek mezin li encamên referandumê kiriye.

'BI HEZARAN ENDAM Û ALÎGIRÊN ME HATIN GIRTIN'

Baydemir diyar kir ku beriya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, 11 hezar endam û alîgirên HDPê hatin girtin. Herwiha, piştî hewla derbeyê jî 6 hezar û 500 endam û alîgirên HDPê hatine  binçavkirin, ji wan hezar û 600 kes hatine girtin.

Baydemir got; "Ji destpêka amadekirina pakêta sererastkirina destûra Tirkiyê heya niha, me diyar kiriye, ku ev pakêt li ser cihêxwazî û ne rewatiyê hatiye amadekirin. Eger serbikeve jî, rewa nîne û ji pêdiviyên civakê re nabe bersiv."

'EM Ê SERÎ LI DMME Û DMÊ BIDIN'

Baydemir,  di civîna koma partiya xwe de jî derbarê redkirina îtirazên derbarê encamên referandumê de ya ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) got: "Hava piştî biryara bê hiqûq ya YSKê serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û Dadegaha Makeqanûnê (DM)ye. Em ê serî li herdu dadgehan bidin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.