1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Bazara tizbiyan germ e
Bazara tizbiyan germ e

Bazara tizbiyan germ e

Bazara tizbiyan germ e

A+A-

Qamişlo (Rûdaw) – Kirîn û firotina tizbiyan yek ji pîşeya kevar a bazara Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye. Piranî kesên temen mezin vî karî dikin.

Li kolanên bazara Qamişloyê, firoşyarên tizbiyan li ser besteyan pêşkêş dikin. Li kêleka tizbiyan ew polik û morîkan jî difiroşin.

Bihayê hinek cûreyên tizbiyan digihêje 200 hezar lîreyên Sûriyê wate nêzîkî 400 dolarên Amerîkî. Hinek kes jî debara jiyana xwe ji vî karî dibînin.

Firoşkarekî tizbiyan dibêje; "Em dikirin û difirioşin. Gustîlk û çi tiştek be em dikirin û difiroşin. Kesên temen mezin jî tizbiyan difiroşin. Karê wan firotina tizbiyan e."

Gelek cûreyên tizbiyan hene, weke Kehreban û Ac. Firoşkar dibêje "Ev Kehreban e bihayê wê 2500 lîre ye. Ev Ac e bihayê wê 6 hezar lîre ye. Ev Çîkî ye bihayê wê 7500 lîre ye. Buhatir jî hene. Bihayê hin tizbiyan digihêje 200 hezar lîreyên Sûrî."

Li kêleka tizbiyan, gustîlk, morîk, polik, pere û diravên kevin jî têne kirîn û firotin. Ev kar bûye warê debara jiyana hin kesan.

Firoşkareke din dibêje; "Gelek xelk ji dû vî karî debara jiyana xwe dikin. Ez yek ji wan kesan im. Gelek bazirgan ji Ewropayê tên, revendên kurd hene, revendên suryanî hene. Kesên li van deran dijîn, bi tiziyan dizanin. Ji zaroktiya xwe ez vî karî dikim."

Rahiştina tizbiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nerîteke berçav û belavbûyî ye û cihê balkêşiyê ye.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.