1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. “Bazariyeke mezin li ser Efrînê heye”!
“Bazariyeke mezin li ser Efrînê heye”!

“Bazariyeke mezin li ser Efrînê heye”!

Rewşa ragêş ya li Sûriye û operasyona Tirkiye ya li hemberî Efrînê digihîje qonaxeke nû. Îdiaya ku PYD bi hikumeta Surîye re lihev kiriye, da ku arteşa Sûrî biçe Efrînê berê hemû geşedanan bi aliyekî din ve kaş dike.

A+A-

Tirkiye gefên xwe berdewam dike, lê egerek li ber e, da ku esmanê Sûriyê li ser Tirkiye bê girtin. Li gorî şirovekaran girêka li Suriye dijwartir dibe.

Îdiayeke medyaya Şamê bû sedem, ku rojeva siyaset û medya Tirkiye ji nişkê ve biguhire û liv û tevgereke nû dest pê bike. Hemû medyaya Tirkiye jî bi yek dengî îdiaya ku PYD Efrînê radestî Arteşa Sûriyê dike, dinirxîne û niqaş dike.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li gel Pûtîn û Ruhanî axivî û îdiaya ku hatî kirin jî di pratîkê de nekete meriyetê.

Akademisyen û şirovekarê siyasî, Ûfûk Ûras li ser geşedanên nû yên derbarê Efrînê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Edî zelal e ku bazariyeke mezin li ser Efrînê dimeşe. Bi ya min pişti ku Erdogan li gel Pûtîn axivî, çûyîna arteşa Sûrî hate rawestandin. Lê di rewşa heyî de tekane rêya ku ziyana sivîlan kêmtir bike çûyîna rejîmê ye. Tu kes modelekî ji bo Efrînê pêşkêş nake. Lê herkes behsa bidestxisitina wî bajarî dike. Efrîn bûye labîrentekê. Piştî ku Emerîka bi Tirikye re kete rêyek nû, xuya ye plana İran û Rûsya  li Sûriye bêhtir serdest dibe.”

Tirkiye bi zimanekî tund li ser çûna hêzên Sûriyê bo nav Efrînê diaxive û dide xuyakirin, ku çûyîna arteşa Sûriyê bo Efrînê dê encamên giran jî bi xwe re bîne.

Opozisyona Sûriyê jî ku bi saya Arteşa Azad a Sûriyê di operasyona Çiqlê Zeytûnê de hevkariya Tirkiye dike, li hemberî geşedana nû bêdeng e û naxwaze ku raya xwe niha eşkere bike. Lê Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku ew jî bêşek e ji opozisyona Sûriyê, di nava du agiran de ye. Ne qayîlbûna ji êrîşên Tirkiyê û ne jî çûyîna arteşa Sûriyê.

Nûnerê ENKSê li Stenbolê, Osman Millo :“Wexta ku biryara berxwedanê dane, bi qenaata me be bila berxwedana xwe kiribana. Lê wexta ku ji destê wan nehatiba dev jê berdana jî ne eybe. Dujminê me Beşar Esad e. Dujminê me li Şamê ye. Ew çi nêzikahî ye ku dibêjin bila filan derbas bibe lê filan derbas nebe. Doza Kurdî li Sûriyê ji me tê xwestin, ji kurd û partiyên kurdî tê xwestin. Dujminê me jî li Şamê ye.”

Beşek ji medyaya Tirkiyê egera çûyîna Arteşa Sûriyê bo Efrînê weke lîstikeke Rûsyayê bi nav dike, piştî ku bi Amerîkayê re helwesteke nû derket. Beşa din jî weke plana Îranê bi nav dike, daku Tirikye li Sûriye bihêztir nebe.

Her çiqasî ew îdia bi cî nehatibe jî, PYD piştrast dike ku wan Arteşa Sûrî vexwendiye Efrînê. Di vê rewşa şêlû û ne zelal de, dorpeça Tirikye jî her ku tengtir dibe, xisara şer girantir dibe.(rudaw)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.