1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Beklevîç meşa xwe li Minareya Çarling bi dawî kir: Bila Demirtaş serbest were berdan
Beklevîç meşa xwe li Minareya Çarling bi dawî kir: Bila Demirtaş serbest were berdan

Beklevîç meşa xwe li Minareya Çarling bi dawî kir: Bila Demirtaş serbest were berdan

Meşa Tuna Bekleviçê ku ji Enqereyê ber bi Amedê dest bi 'Meşa Biratiyê' kiribû li ber Minareya Çarling a ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi hatibû kuştin bi dawî bu.

A+A-

Bekleviç got "Ji bo aştî û biratiyê divê Selahattin Demirtaş û hemû sîyasetmedar serbest werin berdan."

Tuna Beklevîçê ku di 16 Avrêlê de bi dirûşmeya "Meşa Biratiyê" ji Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê di roja 27an de gihişt Amedê. Bekleviç di seatên nîvro de li Amedê ji aliyê welatî û nunerên saziyên sivîl ve hat pêşwazîkirin. Piştî xêrhatinê Bekleviç ji vir ber bi Mînareya Çarling ve meşîya. Polisan destûr neda ku tu kes bi Bekleviç re bimeşe. Beklevîç meşa xwe li vir bi dawî kir. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen Bekleviç bi gula pêşwazî kir û xêrhatina wî kir.

 

‘HEMU KES BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE'

Beklevîç têkildarî meşa xwe ji ajansa Spûtnik Kurdistanê re axivî û got "Me meşa xweli cihê ku Tahir Elçi hat kuştin bi dawî kir. Ew hat kuştin lê fikrê wî namirin. Ji ber wê Minareya Çarling ji bo mi girînge. Armanca meşa min ji bo gengeşîya navbera kurd û tirka bi dawî bibe û ji bo aştî û biratiyê ye. Di meşê de gihiştina min a Amedê ez pir kêfxweş kirim. Gelek kes hat pêşiya min û pêşwazî kir. Mirovên vir dixwazin aştiyê hembêz bikin. Hemû kes birçiyê aştî û biratiyê ne. Gel ji şer û pevçûnan aciz bûye."

‘DIVÊ DEMIRTAŞ SERBEST WERE BERDAN'

Beklevîç wiha berdewam kir "Ez ji Edirneyê me. Yekitiya Edirne û Amedê gelek zehmete. Ji ber ku zilmek sîyasî heye. Ez dikarim ji bo Demirtaş jî bêjim, weke rehineyê siyasî hatîye girtin. Dîsa qeyûm hene, mijara girtina şaredar û rêvebirên partiyê hene. Bi hezaran kes girtî ne. Divê di serî de hemu kes serbest werin berdan. Berî her tiştî serbest berdana Selahattin Demirtaş e. Armanca meşa min jî ev bû."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.