1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Berdevkê Asayişa Rojava: Em qebûl nakin leşkerên Sûriyê derbasî deverên me bibin
Berdevkê Asayişa Rojava: Em qebûl nakin leşkerên Sûriyê derbasî deverên me bibin

Berdevkê Asayişa Rojava: Em qebûl nakin leşkerên Sûriyê derbasî deverên me bibin

Elî Hesen li ser şerê îro ya navbera leşkerên hikûmeta Sûriyê û endamên Asayişê daxûyanî da.

A+A-

komeke leşkerên rejîma Sûriyê bi sê wesayîtan derbasî deverên jêr destê wan bûne û xwestine hinek ciwanan bigrin û diyar ku ew vê yekê qebûl nakin.

 

Elî Hesen beşdarî Bultena Rojava ya Rûdawê bû û li ser sedema derketina şer û pevçûna ku îro li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê di navbera leşkerên hikûmeta Sûriyê û endamên Asayişa Rojava de derket diyar kir: “Komeke leşkerên rejîma Sûriyê bi sê wesayîtan derbasî deverên jêr destê me bûn, daku hinek ciwanan bigrin bi tohmetên cuda. Bêguman dema ku gihiştin xaleke leşkerî ya ser bi hêzên me ve, destdirêjî li hêzên me kirin û teqe kirin, gulle barandin. Hêzên Asayişê bi heman şewêyî bersiv dan, li dijî vê dijminkariyê û di encamê de 11 kuştiyên rejîmê hene û du birîndarên wan hene. 7 şehîdên hêzên Asayişê û birîndarek heye.”

 

Li ser pirsa "gelo sedema vê pevçûnê tenê ew bû ku leşkerên hikûmeta Sûriyê derbasî deverên jêr kontrola we bûn, yan armanceke wan a din hebû?" Hesen Elî diyar kir: “Niha dema em dibêjin ku ew derbasî deverên jêr kontrola me bûne daku ciwanên me bigrin, ev tiştekî wisa ye ku nayê qebûlkirin. Em weke hêzên Asayiş û weke hêzên ewlekariya navxweyî, erkê me parastina welatiyan e.”

 

Hesen Elî eşkere kir: “Em weke hêzên Asayişê di amadebaşiyê de ne, em amade ne ji bo her rewşeke awarte ku derkeve.”

 

Berdevkê Hêzên Asayişê yê Kantona Cezîrê Elî Hesen li ser rewşa ewlehiya bajarê Qamişloyê da zanîn: “Niha rewşa bajarê Qamişlo aram e, lê hişyariyek jî heye, em di amadebaşiya herî bilind de ne. Em weke hêzên Asayişê ji welatiyan daxwaz dikin ku pabendî rênumayan bibin ku di dema awarte de em derdixin. Eger rewşeke awarte derkeve, em dê welatiyan agahdar bikin.”(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.