1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Betalkirina referandumê hat redkirin
Betalkirina referandumê hat redkirin

Betalkirina referandumê hat redkirin

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê serdana ji bo betalkirina encamên referandumê red kir.

A+A-

Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) li ser encamên referanduma 16ê Nîsanê ya ji bo guhertina 18 madeyên destûra wî welatî nerazîbûn nîşan dabû û li ser encaman, li cem Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) îtîraza xwe tomar kiribû.

CHPê herwiha li hember hesabkirina dengên bêmuhr jî nerazîbûna xwe anîbû ziman û li ser wê yekê jî gilî li YSKê kiribû. Herwiha çend aliyên din û welatiyên Tirkiyê jî li ser encamên hilbijartinan gilî û îtîrazên xwe gihandibûn YSKê.

Herwiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Vatan a Tirkiyê jî li ser encamên referandumê û saxtekariyên di referandumê de, gilî û îtîrazên xwe pêşkêşî Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) kiribûn.

YSKê îro di daxuyaniyekê de ragihand, li ser giliyên CHP, HDP û Partiya Vatan û ji bo nirxandin û bersivdana van îtîrazan, Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) îro saet 10:30 civiya û bi piraniya dengan îtîrazên ji bo betalkirina referandumê red kir.

Li gorî zanyariyan, îtîraza eniya Na, ya ji bo betalkirina encamên referandumê bi 9 dengên li dij li hember 1 dengê li gel, hate redkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî îro li ser nerazîbûn û giliyên li dijî encamên referanduma li wî welatî di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku YSK dê biryarê li ser wan gilî û nerazîbûnan bide û tekez kiribû, ku li derveyî gotina gel, her gotinek din êdî bêfeyde ye.

Roja yekşemî 16ê Nîsanê referanduma ji bo guhertina 18 madeyên destûra Tirkiyê, li seranserî wî welatî birêve çû û zêdetirî %51ê xelkê dengê Erê û zêdetirî %48ê xelkê jî dengê Na dane wan guhertininan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.