1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Bi mûşekan êrişî navenda Hewlêrê kirin
Bi mûşekan êrişî navenda Hewlêrê kirin

Bi mûşekan êrişî navenda Hewlêrê kirin

Aliyên peywendîdar hemû geştên asmanî yên Hewlêrê heta demeke ne diyar rawestandin.

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê hinek kesên nasnameya wan nehatiye zanîn bi mûşekan êriş kir. Li gor agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûne. Çavkaniyên ewlekariyê dibêjin mûşek ji aliyê Heşda Şeibî ve arastey Hewlêrê hatine kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurahman ragihand ku 8 mûşek li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêr, Qada Ajelan, Taxa Bextiyarî û derdora Naz Cityê ketine.

Derbarê êrişan de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku îşev Duşemê 15ê Sibata 2021an seat derdora 21:30 hejmarek mûşek aresteyê Hewlêrê hatine kirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê dike ku îşev ji malên xwe dernekevin.

Li gor daxuyaniya wezaretê derbarê êrişê lêkolîn berdewam in.

Senger Ebdurahman diyar kir ku ev car e yekemîn e ku bi mûşekan êriş li cihên niştecîbûnê bûye û 3 ji ber mûşekan birandar bûne û birîna 2 kesan sivîkî birîndar bûye û ya yekê jî dijwar e û ew ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestinPeyamnêrê Rûdawê Sedad Leşkerî jî da zanîn ku yek ji birîndarên li Qada Ajelan xelkê Kobaniyê ye navê wî Mistefa Qadir Haco ye û herwiha yek jî xelkê Rûmadiyê ye û rewşa wî gelek dijwar e û yek lingê jê bûye.

Rêvebirê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed jî ji Rûdawê re piştrast kir ku di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne û birîna yek ji wan dijwar e.

Çavkaniyek pilebilind ji ewlekariyê ji Rûdawê re got: “Li gor agahiyên me bidest xistine mûşek ji nêzîkî navçeya Dubiz a Kerkûkê hatine avêtin. Em di wê baweriyê de êriş ji aliyê Heşda Şeibê ve hate kirin.”

Ji aliyê din ve Dijê Terora Herêma Kurdistanê jî ragihand ku du mûşek li Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê ketine û yek  ji wan jî li qadeke derveyê firokexaneyê ket.

Şahîdhalên li Taxa Enkawa ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihandin ku Konsulxaneya Amerîkayê alarma hişyarîkirinê lê daye.

Aliyên peywendîdar hemû geştên asmanî yên Hewlêrê heta demeke ne diyar rawestandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.