1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Bila kujerên Tahir Elçî bên dîtin
Bila kujerên Tahir Elçî bên dîtin

Bila kujerên Tahir Elçî bên dîtin

Saziyên Civaka Sivîl di Cejna Qurbanê de serdana gora Tahîr Elçî kirin û dan xuyakirin, di ser kuştina wî re 2 sal derbas dibin, lê hêj kujerên wî derneketine pêşberî dadgehê.

A+A-

Bi pêşengiya Baroya Diyarbekirê, nûnerên saziyên sivîl, di sêyemîn roja Cejna Qurbanê de çûn ser gora Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî û careke din banga aşkerakirina kujerên wî kirin.

Li ser gore, Serokê Baroya Diyarbekirê parêzer Ehmed Ozmen, axaftinek kir û got, ew wek baroyê her roja înê li pêş dadgehê vê daxwaza xwe tînin ziman û niha jî ser gorê dibêjin bila kujerên wî bên dîtin.

Da zanîn Tahîr Elçî jiyana xwe bo gera dadê, aştî û azadiyê bexşandiye û ketiye dûv bûyerên kujer nediyar lê mixabin, ew jî bû qurbanê bûyereke weha.

Tahîr Elçî, dema 28'ê Mijdarê li pêş Mînareya Çarlinga dîrokî ya Diyarbekirê, daxwaza dawîanina şer û pevçûnan û parastina şûnwarên dîrokî dikir, hate kuştin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.