1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Brîtanya: Em piştgiriya Bexdayê dikin
Brîtanya: Em piştgiriya Bexdayê dikin

Brîtanya: Em piştgiriya Bexdayê dikin

Serokwezîra Brîtanya Theresa May ji ber serkevtina bi ser DAIŞê de pîrozbayî li Iraqê kir û ragihand, Brîtanyayê di piştgirîkirina artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de roleke sereke hebûye.

A+A-

May dibêje, ew piştgiriya Bexdayê dikin, daku bingeheke aborî damezrîne ku hêviyên hemû iraqiyan bi cih bihîne.

 

Bi boneya daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û ragihandina dawîhatina şerê li dijî DAIŞê li Iraqê, îro Yekşemî 10-12-2017 Serokwezîra Brîtanya Theresa May di daxuyaniyekê de pîrozbayî li hikûmeta Iraqê kir.

 

Theresa May dibêje, li Iraqê û Sûriyê ti xakek di bin konrola DAIŞê de nameye û ew yek amaje ye bo wê yekê ku Iraq ber bi qonaxeke nû ya xweşguzarenî û tifaqê ve pêngavan dihavêje.

 

May diyar dike, rast e ku DAIŞ niha rastî şikestinê bûye, lê belê hêj bi tevahî nehatiye jinavbiirn û tekez dike, ku renge DAIŞ cardin bibe gef û metirsî bo ser Iraqê, bi taybet li aliyê sînorên wî welatî yên li gel Sûriyê.

 

May ku di rojên dawiya meha bihorî de li Bexdayê bû, amaje bi alîkariyên mirovî û serbazî yên welatê xwe bo Iraqê kir, ku di heyama 3 salên bihorî de pêşkêşî wî welatî kiriye û got, alîkariyên welatê wê roleke giring hebûya bo jiyana bi milyonan welatiyên iraqî, bi taybet di aliyê xwarin, vehewandin, pêdawîstiyên tendirustî û ava paqij de.

 

Serokwezîra Brîtanya aşkere jî kir, ku welatê wê 6o milyon pound bo vegerandina seqamgîriyê, 20 milyon pound û rûbirûbûna terorê 10 milyon pound pêşkêşî Iraqê dike.

 

Theresa May diyar dike: “Niha em piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin, bo danîna bingeheke aborî ku hêviyên hemû iraqiyan bîne cih.”

 Brîtanya piştî Amerîkayê duyemîn welatên xwedî bandor û bihêz di nava Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de ye. Bi gotina Serokwezîra Brîtanyayê, hêzên esmanî yên wî welatî 1 hezar û 350 êrişên esmanî li Iraqê encam dane û rahênan dane zêdetirî 60 hezar hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê jî di daxuyaniyekê de tevî navê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî, navê hêzên Pêşmerge jî aniye û pîrozbayî li hemû xelkê Iraqê kiriye.

Balyozê Brîtanyayê dibêje, welatê wî amade ye ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe li gel Iraqê, di warên serbazî û ewlehiyê, bazirganî û hilbirîn, kultur û perwerdeyê de, daku iraqeke bihêz û modern were damezrandin ku paşerojeke baştir bo hemû iraqiyan misoger bike. (rudaw)

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.