1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Cara yekemîn partiyên Kurd û Amerîka li ser rewşa Rojhilat dişêwirin
Cara yekemîn partiyên Kurd û Amerîka li ser rewşa Rojhilat dişêwirin

Cara yekemîn partiyên Kurd û Amerîka li ser rewşa Rojhilat dişêwirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî ragihand, ku ev cara yekemîn e ew bi taybetî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê li gel aliyên fermî yên hikûmeta Amerîkayê hevdîtin pêk tînin.

A+A-

Şadeke partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Amerîkayê li gel Encûmena Peywendiyên Derve ya wî welatî hevdîtin pêk anî.

 

Derbarê vê yekê de Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî ji Rûdawê re ragihand, ku civîna wan taybetî li ser rewşa Kurdistanê û bi awayeke ji çapemeniyê re girtî pêk hatiye.

 

Mistefa Hicrî da zanîn, ku ev yekemîn car e, weke parçeyekî serê xwe, li gel bepirsên Amerîkayê li ser mijara Rojhilatê Kurdistanê gotûbêjan tên kirin.

 

Hicrî got: “Me bi belge nîşan da ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, piştî rakirina dorpêça li ser, dahat û destkeftên xwe yên li bankayên Amerîkayê wergirtiye. Rakirina dorpêçê bibû sedem ku Îran bikare zêdetir petrolê bifiroşe lê dewsa ku vê dahatê ji bo gelê Îranê xerc bike, ji bo bihêzkirina grûbên terorîstî û dewletên terorîstî yên herêmê, herwiha ji bo pêşxistina desthilata xwe bikar aniye.”

 

Mistefa Hicrî herwiha ragihand: “Di vê heyamê de rewşa jiyana gelê Îranê nebaştir bûye û lewma em dixwazin dîs dorpêçê daynin ser Komara Îslamî ya Îranê.”

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêkeftina atomî ya welatên 5+1 a li gel Îranê vekişiya. Bi vî awayî nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê gihiştine asta herî bilind. Her diçe Amerîka pêngavên li dijî Îranê zêdetir dike.

 

Sekreterê Giştî yê PDKÎ diyar kir, ku piştî van alogor û geşedanan ew li bendê ne li Îranê bi taybetî bi riya aliyên nerazî hinek guhertin çêbibin û got: “Em hêvîdar in ev guherîn di qazanca xebata Rojhilatê Kurdistanê de bi encam bibe.”(rudaw)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.