1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Çarenivîsa hejmarek welatiyên Efrînê ne diyar e
Çarenivîsa hejmarek welatiyên Efrînê ne diyar e

Çarenivîsa hejmarek welatiyên Efrînê ne diyar e

Grûpên çekdar bi revandina welatiyên Efrînê berdewam in û hejmarek welatî li Efrînê û navçeyên wê hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

A+A-

 

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Muntesir Billah welatiyê bi navê Mihemed Egîd û jina bi navê Necah Egîd ji gundê Hebo yê navçeya Şiyê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Da zanîn jî, duhî grûpa bi navê Sultan Murad malbateke Kurd ji mala wan a li Efrînê li diwara Maratê derxistin û dest danîn ser wê malê, bi hinceta ku belgeyên fermî yên malê nîn in.

Wê rêxistinê belav kir jî, li navçeya Cindirêsê ji hefteyekê ve mamosteyê Mûzîkê Mihemed Ebdilreham ji aliyê grûpeke nenas ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha ji heyama 7 mehan e xwediyê dibistana Taybet a bi navê Esdîqa Dr. Riyad Mile Elî yê ji gundê Coqê ji aliyê grûpa Ehrar El- Şerqiyê ve hatiye revandin û ta niha çarnivîsa wî nehatiye diyarkirin.

Derbarê revandina welatiyên Efrînê, duhî PDK-Sê di daxuyaniyekê de kiryarên serkotkirin, binpêkirin û revandina welatiyên Efrînê û di nava wan de Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Husên Îbiş ji aliyê grûpa çekdar ve bi tundî şermezar kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, ku hemû girtiyan azad bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.