1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Çekdaran 1.3 milyon darên Efrînê birîne û şewitandine
Çekdaran 1.3 milyon darên Efrînê birîne û şewitandine

Çekdaran 1.3 milyon darên Efrînê birîne û şewitandine

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi armanca têkbirina rewşa aborî ya kurdên Efrînê, zêdetir ji 1.3 milyon darên cuda birîne û şewitandine.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve grûpên çekdar bi arasteya rasterast ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û bi armanca têkbirina aboriya kurdên Efrînê, dest bi têkdana jêrxaneya aborî, bazirganî, pîşesazî û çandiniyê ya herêma Efrînê kiriye.

Diyar kir jî, Ji Adara 2018an û heta 30î Tebaxa 2020an ve, bi hinceta avakirina xalên leşkerî, vekirina riyan, avakirina komlegehên nişticihbûnê, grûpên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewitandine.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê:

Li navçeya Bilbilê: 135 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Raco: 110 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Şera: 105 hezar darên zeytûnê û 120 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Mabeta: 100 hezar darên zeytûnê û 150 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Cindirêsê: 75 hezar darên zeytûnê û 60 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Şiyê: 25 hezar darên zeytûnê û 55 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li gundên derdora Efrînê û navçeya Şêrewa: 80 hezar darên zeytûn û meyweyan û 115 hezar darên hiracî hatine birîn.

Herêma Efrînê, herêmek e ji bo çandiniyê lêhatî ye, piraniya xelkê wê debara xwe bi çandiniyê dike, ji ber wê bi milyonana darên zeytûn, sêv, hinar, tirî û cureyên cuda yên meyweyan lê hene, ji bilî wê jî gelek daristanên hiracî lê hene.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, ji dema dagîrkirina wê ve, ji bilî ku grûpên çekdaran destên xwe danîne ser bi milyonan dar û zeviyên xelkê, bi sedhezaran darên zeytûnan dibirin û wek êzing difiroşin.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.