1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Çekdarên mîlîşyayên Sûrî Efrînê talan dikin
Çekdarên mîlîşyayên Sûrî Efrînê talan dikin

Çekdarên mîlîşyayên Sûrî Efrînê talan dikin

Çekdarên mîlîşyayên Sûrî yên îro derbasî nava bajarê Efrînê bûne dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

A+A-

Jêderên ji nava bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, Çekdarên mîlîşyayên Sûrî yên îro derbasî nava bajarê Efrînê bûne dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan "AFP" wêneyên çekdarên mîlîşyayê Sûrî ji nava bajarê Efrînê belav kirin, tê de diyar dibe ku ew çekdar mal, dikan û otombîlên xelkê Efrînê didizin.

Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, îro jî hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn û ala Tirkiyê li ser dam û dezgehên Efrînê bilind kirin.

Ji berê vê êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, ku ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha zêdetir ji 150 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.(k24)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.