1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. CENTOM: Em nizanin armanca Tirkiyeyê li Efrînê çi ye
CENTOM: Em nizanin armanca Tirkiyeyê li Efrînê çi ye

CENTOM: Em nizanin armanca Tirkiyeyê li Efrînê çi ye

Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) Joseph Votel derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê de ragihand, Efrîn ji bo wan ne qada operasyonê ye û Tirkiyeyê berî operasyonê ew agahdar kirine.

A+A-

Fermandeyê amerîkî Joseph Votel di dema serdana xwe bo Rojhilata Navîn de derbarê Efrînê de ji bo rojnamegeran.

 

"EFRÎN NE QADA OPERASYONA ME YE"

Joseph Votel diyar kir ku Tirkiyeyê derbarê operasyona Efrînê de agahî dane wan û ti operasyona wan tine ye ku li Efrînê bikin, ji ber Efrîn ne qada operasyonên wan de ye.

Fermandeyê CENTCOM anî ziman ew nizanin armanca Tirkiyeyê li Efrînê çi ye, lê ew dilgiranin ku operasyona Efrînê bandorê li ser têkbirina DAIŞê bike.

"TIRKIYEYÊ BEHSA MINBICÊ NEKIRIYE"

 

Derbarê helweata Amerîkayê de jî Joseph Votel wiha axifî: "Li Sûriyeyê tekoşîna me li dijî DAIŞê berdewam e. Hêj bala me li ser şerê DAIŞê ye ku herêmên kontrol kirine em bistînin. Ji bo vê yekê jî hevkariya me bi hevpeymanên me re didome."

Herwiha Votel diyar kir ku Tirkiyeyê ji wan re behsa operasyonekê ji bo bajarê Minbicê nekiriye. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.