1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Çîn hemû hêza xwe nîşan da dinyayê
Çîn hemû hêza xwe nîşan da dinyayê

Çîn hemû hêza xwe nîşan da dinyayê

Artêşa Çînê ji bo pîrozbahiya 90 saliya damezrandina artêşa welatê xwe, merasimeka fermî li dar xist. Pîrozbahî, bû weka xwepêşandanek û di merasimê de 12 hezar leşker, 600 alavên leşkerî û di ser 100 î de balafir hebûn.

A+A-

Merasim, di televizyona fermî ya Çînê (CCTV) de, bi zindî hat nîşandan û di merasima fermî de tankên ku ji aliyê Çînê de hatine çêkirin yên bi navê 99-A, HJ-10 tanksawar,HQ-6 rampayên fuzeyan, 12-A fuzeyên keştiyan, Dongfıng-26 fuzeyên nukleerî û konvansiyonel hatin nîşandan.

Li Çînê xwepêşandaneke mezin hat kirin. Balafir ketin halê şer û ciyên xwe girtin. Li ser pîrozbahiya 90 saliya artêşa Çînê, berya 1 ê tebaxê, li her derê Çînê û li ser behrên navdewletî tetbîqat dikin û di dîroka xwe de, rojên herî bi tevger dijîn.

Balafirên şer li hewa firiyan û her wekî di şer de bin, xwepêşandan kirin. Di xwepêşandanê de sîlihên ku berê qet nîşanî raya giştî nedane, ji wan tenê ji %40 hat nîşandan.

Serokê dewleta Çînê Şi Cinping, ji sala 2013 an û heya niha ku serokê Çînê ye, ev cara yekeme cilên artêşê li xwe kir û weha axifî:

" Pêdiviya welatê me, ji her wextî bêhtir bi artêşeka bi hêz heye.” (peyamakurd)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.