1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Çînê hişyarî da Amerîkayê: em ê jî bibin teref
Çînê hişyarî da Amerîkayê: em ê jî bibin teref

Çînê hişyarî da Amerîkayê: em ê jî bibin teref

Çînê ragihand: Eger êrîşa ewilî ji Amerîkayê were, em ê jî bibin teref

A+A-

Çîn, li ser mijara Kore ya Bakûr hişyariyê da Amerîkayê û got eger êrîşa ewilî ji Amerîka were ser Koreyê, wê rast e rast bibin terefê şer. Eger êrîşa ewilî ji Kore here ser Amerîkayê, wê Çîn bê feref bimîne lê ger ji Amerîka an Kore ya Başûr here ser Kore ya Bakûr, wê Çîn îznê nede ku rejîma Kore biguhire.

Weşana fermî ya Partiya Komunîst ya Çînê “Global Times”, di nivîsa xwe ya goşe de got ku peyamên Kore û Amerîka, li girava Kore yê her çiqas diçe tansiyonê bilind dike. Di nivîsê de dibêje ku ewqas bangê li rêvebiriya Washingtonê û Koreyê kirine lê car din rika xwe li hember hev zêde kirine û weha dewam dike: “Eger di herêmê de zerarekî ji berjewendiyên Çîn ê re were, wê bi tundî bersiva wan bide û divê Çîn vê peyamê bide her du aliyan.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.