1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Daketina buhayê tumen bandor li ser Başûrê Kurdistanê kir
Daketina buhayê tumen bandor li ser Başûrê Kurdistanê kir

Daketina buhayê tumen bandor li ser Başûrê Kurdistanê kir

Dirava Îranê ku her roj nirxê wê dadikeve, bazarên Başûrê Kurdistanê jî tevlihev kiriye, ji ber ku roj bi roj buhayê xwe ji dest dide.

A+A-

Silêmanî û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê, niha zêde hest bi daketina nirxê tumenê nakin, ji ber ku tenê buhayê wan kelûpel û xwarinan erzan e ku berhema navxweyî ya Îranê ne.

 

Bazirganên Herêma Kurdistanê ji her alî zirar dikin, ji ber wê yekê ku kelûpelên ku bi tumen têne kirîn, li Başûrê Kurdistanê bi dolar yan jî bi dînar têne firotin.

 

Beşeke wan kelûpelên ku bazirganên Herêma Kurdistanê ji Îranê hawirde dikin, alavên wan ên xav ji welatên din diçin Îranê û nirxê wan ji bo bazirganên Îranê gelek giran dibin, ji ber vê yekê ew kelûpel bi buhayekî girantir dikeve destê bazirganên Herêma Kurdistanê jî.

 

Ji wê dema ku Amerîka cezayê aborî bi ser Îranê de sepandiye, ti rojek bi dilê tumen derbas nebûye, lê belê tirsa mezintir hêj li pêş wê diravê heye, ji ber ku bi zêdebûna dorpêçan, rûbirûyî şikest û daketina zêdetir dibe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.