1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Dê Rûsya û Amerîka ji Tirkiyê re bêjin, 'Destê xwe ji Sûriyê bikişîne'
Dê Rûsya û Amerîka ji Tirkiyê re bêjin, 'Destê xwe ji Sûriyê bikişîne'

Dê Rûsya û Amerîka ji Tirkiyê re bêjin, 'Destê xwe ji Sûriyê bikişîne'

Hat îdiakirin, Hevserokê PYDê Salih Muslim gotiye, Rûsya û Amerîkayê li ser li hev kirine ku ji Tirkiyê re bibêjin, ‘Destê xwe ji Sûriyê bikişîne û derkeve’.

A+A-

Li gor nûçeya ANFê ku di li ser malparên nûçeyan hatiye belavkirin, Hevserokê PYDê Muslim îdia kir, ‘Dê Rûsya û Amerîka li demên pêş ji Tirkiyeyê re bibêjin destê xwe ji Sûriyê bikişîne.'

Salih Muslim diyar kir, ‘Dê bi rizgarkirina Reqqayê re DAIŞ li herêmê tengav bibe' ku dê ev jî bi qasî 2-3 salan berdewam bike û pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê li ser bingeha berjewendiyên hevpar têne meşandin.

'RÛSYAYÊ JI BO TÊKOŞÎNA KOMÊN ÇETEYAN BAREGEHA LEŞKERÎ AVA KIR'

Muslim herwiha berdewamakirina têkiliyan a wekî berî bi Rûsyayê re û avakirina baregeheke leşkerî ya Rûsî li Efrînê piştrast kir û got, "Rûsya ji bo têkoşînê bi komên çeteyan re bike, baregeha leşkerî ava kir.'

Muslim di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser ku li Minbicê hêzên Rûsyayê û Sûriyê bi hev re hereket dikin û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên Amerîkî jî bi hev re hereket dikin.

 

'DÊ RÛSYA Û AMERÎKA JI TIRKIYÊ RE BIBÊJIN JI SÛRÎYÊ DERKEVE'

Li gor nûçeyê Salih Muslim wiha axivî ye: "Li wir di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêwendî heye. Kesek xwe tevî yê din nake. Lewma jî diyar e ji hevdu têdigihên! Ez difikirim ku Amerîka û Rûsyayê li ser hebûna Tirkiyê ya li wir li hev kirine. Dibe ku li demên pêş Rûsya û Amerîka ji Tirkiyê re bibêjin, ‘Ji Sûriyê derkeve, destê xwe jê bikişîne'. Ez difikirim ku dê her du hêz jî li dijî hebûna Tirkiyê ya Sûriyê derkevin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.