1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Demirtaş: Dahatên kitêba min bo zarok û gênca ye
Demirtaş: Dahatên kitêba min bo zarok û gênca ye

Demirtaş: Dahatên kitêba min bo zarok û gênca ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş diyar kir ku dahatên ji ber kitêba wî ya çîrokan a bi navê Seher werin ku di girtîgehê de nivîsîbû dê ji bo pêvajoya perwerdehiya zarok û gêncan were xerc kirin.

A+A-

Selahatin Demirtaş di ser hesabê xwe yê Twitterê re ku di meha Îlonê de ji aliyên birêveberiên partiya wî û parêzerên wî ve hatibû çalak kirin, li ser kitêba xwe ya ku bi deh hezaran hatibû firotin hinek daxuyanî dan.

 

Demîrtaş nivîsiye ku: "Ji ber eleqe û piştgiriya ku ji bo kitêba min hatiye nîşandan, ji herkesî re gelekî spas dikim."

Daxuyaniyên din yên Demirtaş wisa ne: "Ev kitêb ya rastî kitebeke wisaye ku me tevan di nava têkoşînê de nivîsiye. Ez dizanim ku piştgiriya we û eleqeya ji şexsê min bêtir ji bo nirxên demokratîk e. Bi vî aliyê wê ez gelekî watedar û bi qîmet dibînim."

Serokê HDP Demirtaş herwiha diyar ki ku dê dahata ji ber kitêbê hatî ji bo pêvajoya perwerdehiya zarok û gêncan xerc bikin.

Demirtaş nivîsiye ku "Helbet Bêkes jî di nav de" û nîşan daye ku dê mesrefên perwerdehiya Bêkes ê kurê Mehmet Tunç ku di bodrûmên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû jî dê were dayin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.