1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Demirtaş: Dibe ku îtifaqên nû pêk bên
Demirtaş: Dibe ku îtifaqên nû pêk bên

Demirtaş: Dibe ku îtifaqên nû pêk bên

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş diyar kir: “Divê her kes bizane, di serdema dahatû de li ser zemîna hevpar a demokrasiyê, dibe ku îtifaqên nû pêk bên.”

A+A-

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Cûreya F ya Edîrneyê li ser encama referanduma guhertina destûra Tirkiyê peyamek şand û malpera fermî ya HDPê, îro daxuyaniya Demirtaş belav kir.

Demirtaş di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Ji ber ku ez dibînim piştî referanduma 16ê Nîsanê hêviya aştî û azadiyê bihêz bûye, kêfxweş im. Lê li gor min, bi awayekî du kampên cuda dabeşkirina civakê weke ERÊ-PARÊZ Û NA-PARÊZ şaş û xetere ye.”

Herwiha Demirtaş diyar kir, ew kesên ku dengê Erê bi kar anîne, ne li dijî demokrasiyê ne û nîşandana helwesteke wisa şaş e. Demirtaş li ser vê yekê wiha got: “Binavkirina girseya dengderên Erê, weke li dijî demokrasiyê ne, yan jî dijminên demokrasiyê ne, ji bilî korbûna siyasî û piçûkxistina gel pêve tiştekî din nîne.”

Demirtaş destnîşan kir, tenê kesên ku di referanduma 16ê Nîsanê de piştgirî dane bloka Nayê, nûneratiya demokrasiyê nakin û tekez kir, ku ev yek tohmetbarkirina nîvê din ê civakê ye û got: “Beşeke giring a dengderên Na û Erê, ew gel bi xwe ye ku ji demokrasî û azadiyê re hesret mane. Ji ber vê yekê, tenê NA-PARÊZAN weke bloka demokrasiyê binavkirin, bi awayekî neheq tohmetbarkirina nîvê din ê civakê ye.”

Selahattin Demirtaş di peyama xwe de aşkere kiriye: “Divê her kes bizane, di serdema dahatû de li ser zemîna hevpar a demokrasiyê, dibe ku îtifaqên nû pêk bên. Siyaset mecbûr e ku ji vê yekê re vekirî be. Weke ku her gav tê gotin, di siyasetê de 24 saet jî demeke dirêj e. Heta 2019an di gelek parametreyên siyasî de dê guhertin çêbibin.”

Herwiha Hevserokê HDPê diyar kiriye: “Tevî parastina helwesta xwe ya presîbî, ji bo çareseriyên demokratîk, li hember îtifaqên li ser prensîban, emê destvekirî bin.”

Demirtaş amaje bi yekê kiriye: “Em weke HDP, her gav prensîbên xwe weke bingeh di destê xwe de dihêlin.”

Weke din di daxuyaniya xwe de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş spasî û silavên xwe şandine hemû welatiyên ku di referandumê de gotine Na û Erê. (rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.