1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Demirtaş kelepçe qebûl nekir û ew nebirin dadgehê
Demirtaş kelepçe qebûl nekir û ew nebirin dadgehê

Demirtaş kelepçe qebûl nekir û ew nebirin dadgehê

Îro yekem car Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Gel (HDP) Selahattin Demirtaş derdikete pêşberî dadgehê. Demirtaş ji bo kelepçe qebûl nekir ew nebirin dadgehê.

A+A-

Li Dadgeha Cezaya Esliye ya 35emîn a Enqereyê biryar bû ku îro Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wek cara yekemîn derketiana pêşberî dadgehê. Lê Serokê HDPê Demîrtaş kelepçekirin qebûl nekir û ew nebirin dadgehê.

Wek tê zanîn Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag roja 4ê Mijdara 2016an li bajarê Amedê ji terefê hêzên ewlehî yê tirk ve hatibûn girtin.

Heta niha hemû rûniştinên dadgehê yên Demirtaş bi riya sîstema SEGBÎSê ango bi riya dîmenên rasterast (vîdeokonfrans) hatibûn birêvebirin. (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.