1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Di 8 mehan de nêzikî 1000 pêşdozname derbarê parlamenterên HDPê de hatine amadekirin
Di 8 mehan de nêzikî 1000 pêşdozname derbarê parlamenterên HDPê de hatine amadekirin

Di 8 mehan de nêzikî 1000 pêşdozname derbarê parlamenterên HDPê de hatine amadekirin

Heta niha pêşdozameyên herî zêde derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Sezaî Temellî de hatine amadekirin. Derbarê Temellî de nêzî 50 pêşdozname ji parlamentoyê re hatine şandin.

A+A-

Ji 1ê cotmeha 2019an heta pûşbera 2020an di nava 8 mehan de derbarê parlamenterên HDPê de nêzî 1000 fezleke ango pêşdozname ji parlamentoyê re hatine şandin û daxwaza rakirina parêzbendiya wan parlamenteran tê kirin. HDPyî van pêşdoznameyan weke biryareke siyasî dibînin.

Lê rêveberên AK Partiyê dibêjin ne tenê derbarê HDPiyan de derbarê hin parlamenterên AK Partî, CHP, Îyî Partî de jî pêşdozname hatine şandin û parlamenter jî bin tu kes ne xwedî wê azadiyê ye ku tawanan bike. Li gorî rêveberên AK Partiyê divê azadiya derbirînê ya parlamenteran hebe.

Piştî rakirina parlamenteriya parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari derket holê ku ji 1ê cotmeha 2019an heta meha pûşperê derbarê parlamenterên HDPê de nêzî 1000 pêşdozname ango fezleke hatine amadekirin.

Pêşdoznameyên ku ji aliyê dozgeriyan ve hatine amadekirin, bi riya Wezareta Dadê ji bo rakirina parêzbendiya li ser parlamenteran ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatine şandin. Eger komîsyon guncaw bibîne van pêşdoznameyan dikare ji lijneya giştî ya parlamentoyê re bişîne û bi dengdanê parêzbendiya li ser parlamenterên ku derbarê wan de pêşdozname hatine amadekirin bê rakirin.

Meral Daniş Beştaş, Alîkara Hevserokên Giştî ya HDPê dibêje, “Derheqê parlamenterên me de her roj fezleke tên. Her axaftina me, her civîna me dikin sûc. Tu sûcekî li meydanê tune ye. Ji ber ku bi biryareke siyasî ev fezleke têne avakirin. Hejmara dawiyê di ser 800î re ye. Ji bo ku dest bavêjin wekîlan divê li meclisê ev rabin. Lê belê tu hiqûqekê nas nakin.”

Li gorî rêveberên AK Partiyê tu armanceke qestî derbarê parlamenterên HDPê de nîn e, Tirkiye welatekî hiqûqê ye û tu kesek nikare li derveyî qanûnan tawanê bike.

Serdar Budak, Serokê AK Partiya Amedê dibêje, “Em li dewleteke hiqûqî dijîn. Parlamento pêşdoznameyan amade nake. Dozger amade dikin. Ez parêzbendiya parlamenteran azadiya derbirînê diparêzim. Lê ev pêşdozname ne tenê derbarê HDPiyan de, derbarê parlamenterên AK Partî, CHP, Îyî Partî, derbarê parlamenterên partiyên din de jî hatine amadekirin. Tu kes ne xwedî azadiya pêkanîna tawanan e.”

Heta niha pêşdozameyên herî zêde derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Sezaî Temellî de hatine amadekirin. Derbarê Temellî de nêzî 50 pêşdozname ji parlamentoyê re hatine şandin. Piştî Temellî pêşdozname ango fezlekeyên herî zêde derbarê Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Omer Ocalan de hatine amadekirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum