1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Di navbera Tirkiyê û Almanya de tengezarî!
Di navbera Tirkiyê û Almanya de tengezarî!

Di navbera Tirkiyê û Almanya de tengezarî!

Ji ber ji aliyê Tirkiyê nehat dayîn parlamenterên Almanî serdana leşkerên xwe yên li baregeha Încirlikê ya li Tirkiye bikin tengezarî di navbera her du welatan de derket.

A+A-

Beriya referandoma guhertina destûra bingehîn a di 16ê Nîsanê de, ji ber ‘tewanbar kirina Naziyan' û girtina rojnameger Deniz Yucel di navbera Tirkiye-Almanyayê de krîz derketibû. Hate diyarkirin ku krîzek nû ji ber destûr nedayîna serdana parlamenterên almanî bo baregeha Încirlikê, dibe derkeve.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a almanî dpa yê ku zanyariyên xwe spartin parlamenterên di Komîsyona Wezareta Parastin a Federal ya li Parlamentoya Almanyayê, sedema destûr nedayîna Tirkiyeyê bo parlamenteran hêj nayê zanîn.

Almanyayê sala borî krîzek heman awayî bi Tirkiye re jiyabû, lê di encamê de destûr hatibû dayîn ku parlamenter serdana leşkerên xwe yên li baregeha Încirlikê bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.