1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Di xwepêşandan de 2 şagirt hatin kuştin
Di xwepêşandan de 2 şagirt hatin kuştin

Di xwepêşandan de 2 şagirt hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Îranê di xwepêşandanên li hemberî rejimê de du şagirtên din jî jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Wezîrê Perwerde yê Îranê Seyyid Muhammed Berthai di hisabê xwe yê Twitterê de peyamek weşand û got: "Bûyerên tundûtujî însanên bêguneh dikin qurbanî. Bi windakirina herdu şagirtê me yê bi navê Armîn û Şayan pir xemgîn im."

 

Xwepêşandanên Îranê di 28ê Berfenbarê de li bajarê Meşhedê dest pê kiribû. Di demeke kin de li Tehran, Kirmaşan, Senedeç, Zencan, Şîraz, Qum, Ahwaz, Zahidan, Erak û li Hurrem Abadê veguheste xwepêşandanên dijî rejimê.

Li seranserê Îranê hetanî niha zêdetirî 23 kesan jiyana xwe ji dest da û ji hezar kesî zêdetir jî însan hatine binçavkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.